Parlementer di derbarê pirsa kurd de çi dibêjin?
Demeke ku pirsa kurd bi awayekî li Tirkiye ji aliyê dewletê û dezgehên dewletê ve tê gotubêj kirin. Herweha gelek cara serokwezîrê Tirkiye dibêje ku ew dixwazin pirsa kurd di bin banê parlementoyê de bê gotubêj kirin û ew der cihê çareseriyê ye.
Gelek caran hinek parlementerên kurd di nav partiyên Tirkiye de, di derbarê pirsa kurd û çareseriya wê de dîtinên xwe dibêjin. Gelo dîtinên parlementerên kurd heta hinek tirk jî di nav partiyên siyasî de di derbarê pirsa kurd de çine? Ew ji bo çareseriya vê pirsê çi dibêjin?
Ji bo van bersivan li gel beşek parlementeran hevpeyvîn hatin kirin. Di van hevpeyvîna de parlementer dîtinên xwe dibêjin. Ji bo raya giştî ya kurd jî bizanibe parlementerên kurd di nav partiyên siyasî de çi dibêjin ev hevpeyvîn hatine kirin.
Ji bo ku wek rojevakurd em bawer dikin di vê pêvajoyê de rêya çareseriyê diyalog û dayîn standine. Ji bo diyalogê jî dîtina parlementeran girîng e.
Di demek nêzik hevpeyvînên li gel parlementerên Tirkiye di Rojevakurd de tên weşandin.
Lêkolîner û nivîskarê kurd Zeynelabidin Zinar, div ê çerçovê de gelek hevdîtin li gel parlementeran pêkanîn ne û ev hevdîtin çekirine. Dê demek nêzik ev hevpeyvîn bêne weşandin.
Rojevakurd