Cîhan

Japonî ji bo Kurdeke Bakûr xwepêşandaneke mezin kirin

Li bajarê Shibuya Ward ya li Japon polîs êrîşî ser Kurdek kir û tûndutîjiyê beramberî wî bikaranî, ev rûdan bû sedema xwepêşandan û nerazîbûneke mezinê Japoniyan.

Li gor nûçeyeke Tokyo Reporter û videoyên torên civakî de derdikevê ku dû polîs li bajarê Shibuya Ward Kurdek dixine erdê û lêdidin.

Ji doh ve sedan kes rijiyane ser kolanan û dijî bikaranîna tûndutîjiya polîs ya li dijî kemîneyan xwepêşandanê dikin. Xwepêşander hawar dikin: “Biyanîyan neçewsênin, wan polîsan siza bidin.”

Navê wî Kurdî nehatiye eşkere kirin lê Kurdekê Bakûrê Kurdistanê ye û li dema ajotina otombêlê de polîs wî anîne xwarê dibêje: “Min çi binpêkirineke hatin û çûnê nekiriye. Êrîşî min kirin, tenê ji ber ku ez li vir biyanî me.” Kurd bi wê muameleya polîsan dilgiran bûye û dibêje: “Gelo divê beramber bi kesek tund bî tenê ji ber ewe biyanî ye?”

Nêzîkî 2 hezar Kurd li Japonyayê dijîn, rêxistina wan ya bi navê Komeleya Dostayetiya Japon û Kurdistan heye, xelk li rêya wê rêxistinê xwe fêrî zimanê Kurdî yan Japonî dikin.

https://www.facebook.com/rojevakurd/videos/278093456674024/
Back to top button