Nivîsar

Ew kesê pêkvejiyan kiriye tapoya reş

Çaxê behsa Rojavayê Kurdistanê tê kirin, ji blî malwêraniyê û geva nemanê, dîmenên koçberiyê dikevine beanrçavan, raste li wir statûyek heye, nayê înkar kirin, lê belê kîjan statû, divêt têbgehîn ku, li sala 2011ê demê şoreşa Sûriyayê destipêkrî, rijêma Sûrî Rojvayê Kurdistanê, bi awayekî demkî, radestî PYD ê di bin perda PKKê ve kir.

Hemû kurdek dilê wî/ê pê xweşe ku parçeka Kurdistanê azad bibe û çu gef li ser nebe, lê belê ewa li Rojavayê Kurdistanê çêdibe, “Rêveberya Xoser” PYD ê hest pê dikir ku ew dê bikare wek Vatîkanê be û çi xuf û gef li ser nabin. Jiblî PYD ê pariytên dî yên Kurdistanê, PDK-S ê û Aliyên dî yên nava Encûmena Nîştimanî Kurd li Sûrîya ” ENKS”ê ku bi  salane û ji salên pîncîyan û vir da, l ser Rêbaza PDKê, ji bona mafên Rojavayê Kurdistanê xebatê li wir diken, le belê PYD ê tu hisabek ji wan re nekir û hemû baregayên wan girtin û şewtandin.

 Piştî jidestidana Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê ji aliyê PYD ve, pêngavên nava ENKS û TEV-DEM berev kopîtkê çun, tevî Rêkeftina Duhok 1 û Hewlêr 1 û 2 bi serperşitîya Serok Barzanî.

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî hatina wî ji bo serokatîya herêmê, wî karî serokayetiyê bikete seywanek û komvebûneka aliyên siyasîyên hemû parçeyên dî yên Kurdistanê, wek mînak  jî, dema cîhan dibin geveke mezn kirîza Koronayê da bû, Kurdistanê jî rêkarên tund girtine ber, di rewëka wisa da, serokê Herêma Kurdistanê Taqîgeyên Koronayê ji Rojavayî Kurdistan ra şandin, û Mezlûm Kobanî bi xwe jî sipasîya helwîstê Nêçîrvan Barzanî kir.

 Niha jî serokê Herêma Kurdistanê karakterê serekîye û pêdagîre ji bo aştiya navxoyî ya Rojavayê Kurdistanê di navbera Tev-Dem u ENKS ê da bi înisiyatîva Mezlûm Kobanî, niha jî van her du aliyan qonaxîn siyasîyên baş havêtine, ev jî dê bibe Tapoya Reş hem di warê ciyopoltîkî û leşkerî ji Rojava re, nimûne jî dikare ew êrişa li ser Rojava ji aliyê gropên ser bi Tirkyeyê ve rawestîne û dikare rêveberyeke hevbeş a kurdî- kurdî dirust bke, û Herêma Kurdistanê û Rojava jî bibine hêzeke din û balansa siyasî û nifuza wê bihêz bibe û li gel welatên zilhêz jî dê helwestekî xurtir hebe.

 “kodê bexdayê” Nîçîrvan Barzanî saziya serokatîya herêmê kirîye nawenda hizir û bîrên jihevcida yên Herêma Kurdistanê, hemû alî li wir komkirine. Dema serokwezîrek ji bo hikumeta Îraqê dihate raspartin, Nêçîrvan Barzanî hemû alî li hev komkirin ji bona kurd l hember yekrêz û ek xîtab bin, û hemû melef di yek pakêt da komkirin, her ji Mihmed Tofîq Elawî, Ednan zurfî û Mistefa Kazmî jî gehiştine wê rastiyê ku kurdan yek dîtina siyasî heye, di piştigiriya kabîneya Kazmî jî da bi egerê wê siyasetê  Bexda nekarî tu mercan li ser kurdan feriz bike, ev serkeftin jî ji bo sisyaseta Nêçîrvan Barzanî ya komkirna hemû aliyên siyasî li sazîya serokatiya Herêma Kurdistanê vedigere.

Karwan Baedrî

2020.05.31

Back to top button