Kultur
Albûma Blues in Botan belav bû
Blues in Botan bi çar stranên nû yên hunermend Ferît Sewim hate belav kirin. Stranên Ferît Sevîm ji Rûbaro, Meyremê, Ho Reşo, Mîro pêkhatine.
Ferît Sewim di derbarê vê berhema nû de bi taybet ji bo Rojeva Kurd got: Ev stran berê jî hatibûn tomarkirin, lê niha li ser hemû platformên dijital bi awayeke nû û wekî albûmek hatine belavkirin. Li nava van 4 stranan de du stran nû hatine tomarkirin, ew jî Mîro û Meryemê ne.