Polîtîk

ENKS û PYD gavên baş ji bo yekrêziyê tavêjin

Civînek bi serokatiya Serokê ENKSê Siûd Mela û bi beşdariya Komîta Şêwirmendiyê ya ENKSê hate li darxistin. Di civînê de pirsên taybet ên ENKSê hatin guftûgokirin.

Berpirsek yê ENKSê di derbarê civînê de got: Danûstandinên cidî di navbera herdu aliyan (ENKS û PYD) de hene û çavê gelê me jî li wan danûstandinane û ev hevdîtin ji bo proseya siyasî ya giştî ya Sûriyê jî gelekî girîng e. Yekrêzî û yekhelwestiya navmala kurdî hêzek e ji gelê me û doza kurdî re û baweriya me pê heye û heta ji me bê, emê pêk bînin.

Herwiha di berdewamiyê jî de Îsmaîl diyar heger rêkeftinek bi PYDê re çê bibe, dê rêkeftineke giştî be û di hemû waran de wek siyasî, îdarî, serbazî û aborî be. Derfeteke baş e jî ku ev danûstandin bi piştevanî û çavdêriya Amerîka birêve diçe. Bi hêvî ne ku ew karibin gavên baş bavêjin.

Di dawiya axaftina xwe jî de Mihemed Îsmaîl da zanîn ENKS û PYDê hin gavên baş di warê siyasî de avêtine û zemîneke baş peyda bûye ji bo ew bigihin encamên baş.

Back to top button