Kultur
Misilmanên Sunne û Şîe bi hevre cejnê nakin
Sunneyên Iraqê îro kiribûn cejin, lê belê Şîe sibê dikin cejin, eve 17 sale Sunne û Şîeyên Iraqê pêkve cejnê nekirine. Bi berdewam kêşeyên Sunne û Şîeyan ya diyarkirina helkeftan wekî roja yekem û roja dawî ya Remezanê û cejnan da heye û gelek bi kêm rûdaye ku pêkve Remezanê û cejnê kiribin.
Sunne û Şîe her aliyek li gor mezheba xwe yekem roja Remezanê û cejnê diyar dikin. Her dû alî jî hevrene ku roja cejin bi rojîbûn herame lê yek ji wan jî ne amadene kar bi fetwayê ewê din bike.
Diyarkirina Remezanê û roja cejnê li gor heyvê tê diyarkirin, eger Sunne bibêjin temam me heyvê dît û sibê Remezane, Şîe dibêjin nexêr me heyvê nedît û li gel Sunneyan Rojî nabin û cejnê jî nakin.