Dosya

Îro roja ji dayikbûna Mîr Celadet Bedirxane

 

Li 26 Nîsan 1893 û li rojekî wekî îro Mîr Celadet Alî Bedirxan hate dinyayê. Mîr Celadet Alî Bedirxan yek ji çalakê ji endamê malbata Bedirxaniyan. Vê malbatê ku li warê xebat û têkoşîna siyasî û rewşenbîrî û rojnamegeriya Kurdî da rolekî xwe yê ber bi çav hebûye. 

 

Mîr Celadet Alî Bedirxan li 15 Gulan 1932 kovara Hawar derxistiye ku yekemîn kovara bi Kurdî ya latîniye. Li sala 1943 jî li bajarê Şam a paytexta Sûriye, kovarekî dinê bi navê Ronahî bi rênivîsa Latînî belavkiriye. Li van kovaran da sûdeke mezin gihandiye ziman û dîroka edebiyata Kurdî. Mîr Celadet yek ji damezrînerên komeleya Xoybûn, ku li sala 1927 hatiye damezrandin. Mîrê rewşenbîr û xebatgêrê Kurd, weku endamên dinê malbata xwe li warê Kurdayetî û rewşenbîrî da rola xwe hebûye. 

 

Her wiha beşdarî li şoreşên Şêx Seîdê Pîran û Agirî kiriye. Celadet Alî Bedirxan li 15 temûza 1951 koça dawî kiriye.

 

Back to top button