Cîhan
Îran 30 milyar dolar dabû Esed û niha perê xwe dixwaze
Endamekê Lîjneya Emnahiyê û Peywendiyên Derve li Parlemena Îranê ragihand ku welatê wan heta niha nêzîkî 30 milyar dolar daye rejîma Beşar Esed û niha Îran bi xwe tûşî qeyraneke mezin hatiye û divê Şam wî pereyê ji bo Îranê vegerîne.
Hişmetullah Felahetî Pîşê wê yekê jî diyar kir ku Îranê gelek qurbanî li Sûriyê daye û pere jî daye rejîma Beşar Esed, lê niha Îran pêdivî bi wî pereyê heye û divê Şam 30 milyar dolaran ji bo Îranê vegerîne.