Kultur

Serpêhatiya geştiyarên Kurd li Ukrayna

Çend geştiyarekê Kurd diçin Ukrayna. Bi taksî dixwazin biçin nava bajar, dema geştiyar pêkve dipeyvin, şofêr bi Ingilîzî ji wan re dibêje: hûn bi çi zimanekê dipeyvin?

Ew jî dibêjin em zimanê Kurdî dipeyvin.

Şofêr: Hûn xelkê çi welatekin?

Geştiyar: Xelkê Kurdistanê

Şofêr: Lê belê ew welat li nexşeya cîhanê da tûne!

Geştiyar: Mixabin, welatê me ji aliyê 4 dewletan ve tirkiye, Suriye, Îran, Iraq ve hatiye dagîrkirin, ji ber wê dewleta me tûne!

Şofêr: Hûn çend hezar kesin?

Geştiyar: Em nêzîkî 50 milyon kesîn.

Şofêr deriyê taksiya xwe vekir û ji wan re got: Kerem bikin peyabin!

Geştiyar: Ji bo çi peyabibîn?

Şofêr: Hûn ne hêjayî vê xizmetê ne, hûn bi 50 milyon kesan ve we xîret û şeref nebê hûn axa xwe û welatê xwe ji bin destê dagîrkeran rizgar bikin, hûn ne hêjayî xizmetê ne. Herin bila ew hestên bêşerefî û bê xiretiya we bi mejiyên min jî nekevê.

Dema peyabûn geştiyaran gotin bila perê wî nîvê rê bidîn!

Şofêr got: Ez pereyê we naxwazim, bila pereyê neteweyê bêxîret nekeve berîka min û bi lez çû!

Geştiyar temaşa hevdû kirin û gotin eger bab û bapîrên me aqilane siyasetê bikiran, dû berekî li nav wan de nebûya, em nedibûn tinaz û pêkenînên alemê yan qerecên bê welatan!

Şaho Ezîz

Back to top button