Polîtîk

Adil: Kêşeyên Kurdistanê li gel Bexda tenê darayî nîne

Cotyar Adil Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê de ragihand ku ji ber Koronayê û daketina bihayê neftê dahata Hikûmetê gelek kêm bûye û li hemû cîhanê jî lêşeyên darayî ji bo welatan pêkhatiye.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê yekê jî diyar kir ku hemû dahat ji ber destê Hikûmetê wê ji bo maaş û mûçeyê bê terxankirin.

Cotyar Adil di derbarê danustandinên li gel Bexdayê jî diyar kir ku danustandinên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê da berdewam dibin û got: Kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Bexda tenê kêşeyên darayî nîne, gelek kêşeyên din jî hene. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû rengekê kar dike ku pirsa mûçeyê û şayesteyên darayî li gel Bexda çareser bike û ji ber wê hindê jî wê danustandinan de berdewam bin.

Back to top button