Demokratên Sêrtê serokwezîrê Kurdistanê pîroz dikin
Bi navê demokratên herêma Sêrtê e-mailek gihaye me. Di vê e-mailê de serokê hukumeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tê pîroz kirin. Em vê nivîsê wek xwe belav dikin. Ev texta daxuyaniyê ye.
Rezdar,Neçirvan Barzani Serok wezire Kurdistanê
Em wek komek ji xelkên demokrat ji bajarê Sêrtê, kabineya heftem ya Hükümeta Kurdistane, cenabê we û hemû weziren kabineya nu ya heftaem piroz dikin. Em bawerin ku dê dema serokwezîriya we de li Kurdistanê karên baş bêne kirin û hêvî dikin hewldan û çelakiyên cenabê we bibe bersiva daxwaziyên gelên Kurdistan.
Serokwezîriya w ene tenê li Kurdistana Başûr herweha beşên din yên Kurdistanê jî hêviya gelên Kurdistanêxort kiriye. Em bawerin dê hewldanên we dê bibe sedemek kul i Bakurê Kurdistanê jî berê tevgera kurd bi ber demokratbûnê ve herê.
Em bi dilek demokrat û welatparêzî serkeftina we dixwazin û didin diyarkirin ku dilê we li gel we ye.
17.04.2012
Li gel rêz û silavan
Demokratên herêma Sêrtê