Nivîsar

Di rojeva Kurdistanê de serxwebûn heye

Serdana serokê Kurdistanê ya Amerîka û serokwezîriya Nêçîrvan Barzanî rojeva siyasî li Kurdistanê û herêmê germ kir.

Eve demek e arêşeyên mezin di navbera hukumeta nawendî ya Iraqê û Kurdistanê de hene. Iraq cardin berbi dîktatoriyekî ve diçe. Kurd  hewl didin arêşeyên xwe li gel Iraqê bi rêyên yasayî çareser bikin.

Lê dixweyê di serî de madda 140-ê û pirsgirêkin din yên di navbera Iraqê û kurdan de bi awayek yasayî bi hesanî nayên çareser kirin. Hetta dema dawî serokwezîrê Iraqê malikî bi awayekî dixwaze mecal a siyasî li desthilatdariya Kurdistanê têng bike. Herî dawî Malikî ji Amerîka daxwaz kir ku ew bi awayek fermî pêşwaziya serokê Kurdistanê nekin.

Lê Amerîka vê carê wek serok dewletekî bi protokolek fermî û paye bilind pêşwaziya serokê Kurdistanê kir. Ji xwe Bulgaristan û Macaristanê jî eynî tişt kirin.
Serokê Kurdistanê li Amerîka zimanek gelek vekirî û zelal ragihand ku, eger heta demekî pirsgirêkên navbera Iraqê û Kurdistanê de heyîn bi rêyên yasayî neyên çareserkirin ewê vegerin daxwaziya gelê xwe. Daxwaziya gelên Kurdistanê li Başûr vekiriye. Ew serxwebûnê dixwazin. Hinek dezgehên sivîl di hilbijartinên Kurdistanê de ji bo dengê Kurdistaniyan bizanibin sendoqên taybet danîn û xelkê Kurdistanê di van sendoqan de ji bo serxwebûna Kurdistanê deng dan. Ji % 95 zêdetir xelkê Kurdistanê ragihandina serxwebûna Kurdistanê daxwaz dike.

Barzanî dema ku vegerin serî li raya gel bidin eşkere nekir. Lê demek ku desthilatdariya kurd li ba xwe kifş kirî heye. Ji xwe dema mirov rewşa herêmê baş dinirxîne ragihandina serxwebûna Kurdistanê li başûr di rojevê de cihek girîng digire.

Bê goman ji ragihandina dewletek serbixwe bêhtir naskirin û jiyandina vê dewletê girînge. Kurda ispat kir ku ew dikarin dewletek serbixwe bidin jiyandin û heta vê yekê di Rojhilata Navîn de herî baş dikarin bikin. Naskirina dewleta Kurdî girêdayê pêvajoya siyasî li cîhanê û herêmêye. Heta radeyekî girêdayê siyaseta dewletên wek Amerîka û Ewropiyan li herêmê ye.

Lê tê zanîn ku desthilatdariya Kurdistanê eve demek e ji bo vê yekê di qada navnetewî de dîplomasiyek baş rêve dibe.
Bê goman wek din jî hinek asteng di rêya ragihandina serxwebûnê de heye. yek ji wan jî mayina hêzên çekdar yên PKK-ê li ser axa Kurdistana Başûr e. Dema dewleta kurd bê ragihandin nabê ku tu hêzêk çekdar li ser axa Kurdistana serbixwe bimîne. Ev yek hukumraniya desthilata Kurdistanê dike babeta gotubêje.

Desthilatdariya Kurdistanê dema amadebûna ragihandina dewletek  serbixwe dike vê yekê jî berbiçav digire û bi awayekî ji bo çareserkirina vê pirsê jî kar dike.
Dixweyê ku dê demek nêzik serokwezîrê kurdistanê serdana Tirkiye bike û ji bo çareserkirina hinek pirsgirêkan gotubêjê li gel Tirkiye bike. Yek ji van jî rewşa heyîna çekdarên PKK-ê li Kurdistanêye.

Di vê pêvajoyê de devjêberdana çekan û dawî aniya şerê çekdarî rêya serxwebûna Kurdistana başûr behtir vedike. Heta ihtimala Tirkiye ya naskirina dewletek serbixwe ya Kurdistanê xort dike.

Wek din jî şerê çekdarî di vê rewşê de tenê di berjewendiya kes û terafên siyasetê li ser xwînê dikin de ye. Şerê çekdarî ne di berjewendiya destxistina mafên rewa yên kurdan de ye. Şer bûye zemînê destxistina  berjewendiyên kesayetî û hinek dezgehên tarî.

Eger PKK bi biryarekî dest ji çekan berde û li Bakur û Tirkiye rêya diyalogê û bi medotên demokratîk kar û xebatê bike, dê çareseriya pirsa kurd hesanîtir bibe û ya herî girîng biryarek bi vî awayî rê li pravakasyonên hêzên tarî yên Tirkiye û herweha yên di nav PKK-ê de bigre.

Îro ragihandina dewletek serbixwe li Başûr dibe deman destkeftina  mafên Kurdan di hemî beşekî de. Herweha tu berjewendiyên kurda ji vê yekê mestir tuneye. Divê hemû berjewendiyên tengên rêxistinî û kesayetî  ji holê rabe û rêya ragihandina dewletê veke.

Herkes û rêxistina bibe asteng di rêya ragihandina dewletek serbixwe de, dê di dîroka siyasî ya Kurdistanê de rûpelek reş de cihê xwe bigre.

Îrada ragihandina serxwebûnê li Başûr ji hemû tiştekî mestir e.

12.04.2012
Dara Bilek

Back to top button