Kultur

Şevbaş Pêşmerge diçe Festivala Cannes

Fîlma Kurdî ya bi navê Şevbaş Pêşmerge ji aliyê derhênana derhênerê navdarê Kurd Huner Selîme li beşa pêşbirkêya festîvala fîlma Cannes tê pêşandan.

Biryar bû xula 73. festîvala fîlma Cannes li vê mehê birêvebiçûya, lê belê ji ber belavbûna virusa Korona hemû çalakiyên li Fransa hatine rawestadin, ji bo wê yekê serpereştiyarên festîvalê heta niha demeke diyarkirî ji bo sazkirina festîvala fîlma Cannes eşkere nekirine.

Kompanya Party Film kompanyayekê Fransî ye û binkeya serekî li Parîse, karê belavkirina fîlmên nû yên derhênerê Kurd Huner Selîm dike. Fîlm li Kurdistanê hatiye berhemanîn û behsa keç û kurek dike ku destgirtiyê hevin. Ev keç û kur heta ku digihin hev rûbirûyê astengiyên malbata xwe dibin, paşê ku digihin hev rûbirûyê çend astengekê din dibin. Ji ber ku kur di dema şerê li dijî çekdarên Da’îş wekî Pêşmergeyekê xwebexş beşdariya şer kiriye û birîndar bûye û tûşî kêmasiyek li rûyê laşê xwe ve bûye.

Back to top button