Polîtîk
Serokê parlamentoya Îraqê Nêçîrvan Barzanî pîroz kir
Osame Nûcêfî serokê parlamentoya Îraqê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir:
– Ez bi navê xwe û hemû hevalên xwe li parlamentoya Îraqê, bi minasebeta pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê û wergirtina baweriyê ji aliyê parlamnentoya Kurdistanê ve ku, nûneratiya gelê kurd dike, gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkeşî we dikim.
Serokê parlamentoya Îraqê di berdewamiya peyama xwe ya pîrozbahiyê de dibêje:
– Bi vê minasebetê, bi baeriyeke mezin, çavê me li wê rola giring e ya ku, hûn di alîkarî û hevbeşiya navbera her du hikûmetên nawendî û herêmê bi awayekî ku, bingehê pêşerojeke geş û pirşingdar bo Îraqa xweştivî avabike, dilîzin e.