Polîtîk

Rojevakurd Nêçîrvan Barzanî pîroz dike

Di roja 05.03.2012ê de kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurditanê ku, bi kabîneya heftem tê binav kirin, bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve hat qebûl kirin û li pêşberî parlamenteran sûnda yasayî xwar.

Nêçîrvan Barzanî ji sala 1996 were di nav serokatiya hikûmetê û îdarekirina welêt de bi awayekî çalak dixebite û di warê îdarekirina welêt de wî tecrûbeyeke zengîn heye.
Di dema her du kabîneyên Çarerm (1999) û kabîneya Pêncem (2006) yên hikûmeta Kurdistanê de ku, Nêçîrvan Barzanî serokatiya wan her du kabîneya dikir, herêma Kurdistan bi awayekî berfireh di hemû waran de pêkeş ket.

Bi taybetî di serdema kabîneya Pêncem de ku, herwesa bi kabîneya hikûmeta yekgirtî tê naskirin, çunkî wê demê her du îdareyên, yan jî her du hikûmetên, Hewlêr û Silêmaniyê yekgirtin û di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî de kabîneya pêncem hat avakirin.

Nêçîrvan Barzanî karî bi awayekî gelek serkeftî hikûmeta yekgirtî îdare bike û heta sewyeyeka gelek bilind rewşa duîdartiyê li herêma  Kurdistanê nehêle. Di heman demê de ew karî bi isyasta xwe ya dûrbîn Kurdistanê di warê avadankirinê û danîna bingehekî gelek mokim bo abûriya Kurdistanê, wê  bigihîne qonaxeke gelek bilind. Ji ber vê yekê jî Nêçîrvan Barzanî di nav xelkê de bi mihendisê avakirina herêma Kurdistanê tê nas kirin.

Em, weke malpera Rojevakurd, bi navê berpirs, redaksyon û xwendevanên xwe ji dil pîrozbahiyên gerim pêşkeşî mîmarê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikin û di kar û xebatên wî de serkeftinê jê re dixwazîn.

 
Têbînî: Xwendevanên me yên birêz eger hez bikin pîrozbahiyên xwe ji me re binêrin, em dê wan di malpera Rojevakur de biweşînin.

 

Rojevakurd

Back to top button