Kim ketiye pey fitnebazên welatên xwe
Li gor raporeke Ajansa Asia Press Kim Jong-un fermanê daye polîsên welatê xwe Koriya Bakûr ku wan fitnekarên ku li nava xelkê de behsa nexweşiya wî kiribin destgîr bikin û darve bikin.
Li gor rapora ajansê yek ji wan fintekaran ev jina ku li wêneyê de tê dîtin ku li nava bazar de bi guhê xelkê de behsa nexweşî û neştergeriya Kim Jong-un dike ku ew wêne ji aliyê polîsên nihêniyên Koriya Bakûr ve hatiye girtin. Her wiha ew kesên li wêneyê de jî hatine destgîrkirin.
Her wiha li bajarê Hyesan ya wîlayeta Ryanggand jî ew bazirganên ku peywendiya wan li welatê Çînê re heye, hemû hatine destgîr kirin. Li gor raporê zanyarî ji Koriya Bakûr bi tenê li rêya welatê Çînê ve dikare bê belavkirin ku ew jî ji ber danustandina baziganî ye. Wekî din Koriya Bakûr bi her awayeke girtî ye zanyarî ji cîhana derve bi tenê rêya bazirganên Çînî ve pêktê. Ji ber ku tenê bazirganên Çînî û bazirganên Koriya Bakûr dikarin ji bo demeke kurt bi mebesta bazirganiyê li bin çavdêriyê de li gel hevdû bipeyvin.