Polîtîk

Kabîneya nû ya hukumeta Kurdistanê

Biryar e vê hefteyê wezîrên kabîneya heftem li perlemana Kurdistanê sûnda yasayî bixwin û li gor gotina aliyên peywendîdar jî, ger YNK`ê razî beguhertin di postên gelek wezîran de tê kirin.

Berpirsê nûsîngeha serokê nû yê kabîneya hikûmetê ragehand: Roja sêşema bê kabîneya heftem li perlemena Kurdistanê sûnda yasayî dixwin û YNK`e û PDK`e tenê sê wezîrên xwe dimînin û ewên din tên guhertin.

Serbaz Hewramî ji Xendanê re ragehand: Wezîrên PDK`ê tenê wezîrê sananên siruştî Aştî Hewramî, wezîrê plandananê Elî Sindî dimînin û ji wezîrên YNK`ê biryare tenê wezîrê Pêşmerge Şêx Cefer Şêx Mistefa bimîne. Her weha hemû wezîrên din kesên din li şûna wan dest bi kar dikin.

Berpirsê nûsîngeha serokê nû yê kabîneya hikûmetê amaje bi wê jî kir ku tê çaverêkirin ku 3/4/2012`an kabîneya heftem biçe pêşiya perlemana Kurdistanê û sûnda yasayî bixwin.

Serbaz Hewramî ev jî aşkira kir ku heta niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê navê ew wezîran aşkira nekiriye ku biryare bên guhertin.

Derbarê bi pirsa yekalîkirina namzetan bo postê wezaretan, peyvdarê mekteba siyasiya YNK`ê Azad Cundiyanî ragehand ku hîşta çend çend rojek maye bo ragehandina hikûmetê. Cundiyanî diyar kir ku, ew dikarin di vê dema mayî de namzetên xwe diyar bikin.

Her di vê çarçoveyê de jêdereke bilind li nav Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku nexwest navê xwe bê belav kirin ji Xendanê re got: Li nav serkirdayetî û perlemanterên YNK`ê de dengekî bihêz heye bo mandina wezîrên Yekîtî li nav kabîneya hikûmetê ya nû de.

Wî jêderî ev jî aşkira kir ku her wezîrek pêwîstiya xwe bi çar salan heye bo cîbicîkirina bernameyên ku hatine danîn, ku ew dem bi wezîrên Yekîtî bê dayîn ji bo karên xwe bi temamî cî bi cî bikin.

Sebaret bi partiyên din yên dervey YNK û PDK `ê jî ta niha ewê ku xwe yekalî bûbê, Hizba komonîst bi Dr. Kawa Mehmud wezîrê Rewşenbîriyê, Hizba Sosyalîst jî bi Yasîn Şêx Ebu Bekir wezîrê Kehrebayê beşdariya kabîneya hikûmetê ya nû dikin.

Bizutneweya îslamî jî teqez dike ku ewê beşdarî li hikûmetê bike lê  heta niha nameztê wê partiyê bo postê wezaretê diyar nebûye.

Derbarê Tevgera Îslamî de jî Serbaz Hewramî got: Me daxwaz ji birayên Bizutneweya Îslamî jî kiriye ku namzetê xwe diyar bikin, lê belê ji ber kêşeyên navxwe yê wan ta niha ew kêşa hîna çareser nebûye û namzetê xwe aşkira nekirine.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Ewqafê û karûbarê olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kamil Hacî Elî li ser lîsta Bizutnewa Îslamî ji Xendanê re ragehand: Hîşta ez nizanim li cihê xwe dimînim yan na.

Dema wezîrên Yekîtî bên guhertin ku beşekê wê di govara Sivîl de hatiye belav kirin tê pêşbînî kirin ku bi vî awayî be:

1-    Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmetê
2-    Îmad Ehmed Cîgirê Serok Hikûmetê
3-    Rojan Dizeyî wezîrê Dadê
4-    Cefer Mistefa Elî wezîrê karûbarê Pêşmergeyan
5-    Temer Remezan wezîrê Navxwe
6-    Dilşad Osman wezîrê darayî
7-    Aştî Hewramî wezîrê samanê siruştî
8-    Rêkewt Reşîd, an Aras Ezîz, yê tendirustî
9-    Îsmet Xalid yê perwerdeyê
10-    Behroz Qeşanî yê avadaniyê
11-    Dilşad Şehab, şaredarî û geştûguzarê
12-    Elî Seîd, Xwendina bilind
13-    Elî Sindî, plandanan
14-    Perwîn Kake Heme, karûbarê civakî
15-    Kawa Mehmud Şakir, rewşenbîrî û lawan
16-    Sebah Ehmed Mihemed, karûbarê şehîd û enfalkiriyan
17-    ….. çandinî û jêderên avê (diyar nebûye)
18-    Sînan Ebdulxalêq Çelebî, wezîrê pîşesazî û bazirganiyê
19-    Enwer Çelebî Sabo, guhestin û gihandinê
20-    …. Wezîrê Ewqaf û karûbarê ayînî (diyar nebûye)
21-    Yasîn Şêx Ebu Bekir, wezîrê kehrebê


(Xendan)

Back to top button