Cîhan

Peyvdara nû ya Trump: Ez derewan nakim

Roja înê Kayleigh McEnany yekemîn civîna xwe ya wekî Peyvdara Koşka Spî ya Amerîkayê encamda, têda tekez li wê yekê kir ku li vê posta xwe ya nû da wekî Peyvdara Îdareya Donald Trump, tu carî derewê li gel rojnamevanan nake.

Berî ku Peyvdara Koşka Spî bê destnîşan kirin Kayleigh McEnany Sekreterê Rojnamevaniyê helmeta Donald Trump bû. Li çend heftiyên derbasbûyî de rûbirûyê rexneyan bû, ji ber wan axaftinên ku li dawiya meha şubatê di derbarê virusa Koronayê kiribû.

Kayleigh McEnany di dema beşdarîkirina li bernameyekî kanala Fox News da li dawiya meha şubatê ragihandibû “Em nexweşiyeke wekî virusa Korona dibînîn têne vir, lê belê terorîzmê nabînîn. Eve jî cihê xweşhaliye dema beramberî bi serdema xerap ya Serokayetiya Barack Obama dikîn”.

Roja înê jî yekem car bû ku Kayleigh McEnany wekî Peyvdara Koşka Spî civîneke rojnamevaniyê pêşkêş kir ku nêzîkî saleke nehatiye kirin. Kayleigh McEnany got: “Tu carî ez derewê li gel we nakim, li vî warî de jî sozê bi we didim.”.

https://www.facebook.com/FoxNews/videos/1137450953287690/
Back to top button