Kultur

Kurd li festîvala “Art Travel 2020ê” de bi serkeftin.

Du wênegirên Kurd li festîvala Art Travel 2020 ya li welatê Ukrayna de serkeftinê bi dest ve anîn û ji bo fînala wê festîvalê hatin berbijêr kirin.

Xalîd Fereczade û Evîn Ebasî du wênegirên serkeftiyên Kurdistanê ne ku ji bo wergirtina xelata festîvala Art Trawel de bûne berbijêrê fînalê.

Li vê pêşbaziyê de 1411 wênegir ji 103 welatan beşdar bûn ku 41 kes ji wan çûne fînalê. Ew festîval li bajarê Kharkiv ya welatê Ukrayna birêve çû û piştî wê pêşbaziyê, pêşangeheke wêneyên hilbijartî li wî bajarî da tê vekirin.

Back to top button