Polîtîk
Serok Barzanî peyamek ji bo 1ê Gulanê belavkir
Roja înê 01.05.2020 bi helkefta roja cîhanî ya karekeran, Serok Mesûd Barzanî li tora civakiya twitter peyamekî belavkir ku eve jî naveroka wê peyamê ye:
“Li salvegera roja cîhanî ya karkeran da, germtirîn silav û pîrozbahiyê ji bo hemû karkerên Herêma Kurdistanê, Iraqê û hemû cîhanê dikim. Bi piştrastiyê ve, karê wan ji bo mirovayetiyê bihayekî xwe yê mezin heye.”