Kanala Perwerde ya Kurdistanê li ser Nilesat weşanê dike

Wezareta Perwerdeyê Hikumeta Herêma Kurdistanê kanala xwe ya herêmî dike asmanî û sibê şemî li Nilesat dest bi weşana xwe asayî û normal dike.

Çavkaniyek ji Wezareta Perwerdeya Hikumeta Kurdistanê ragihand: “Demjimêr 16:30 xulekên roja 02.05.2020 kanala asmanî ya Perwedehiyê li jêr navê (Bi zimanê hemû xwendekarek, bi dîtina hemû xwendekarek) li ser Nilesat dest bi weşana xwe dike.

Televizyona Perwedehiyê taybete bi weşandina ders û waneyên xwendinê. Rojane li gor xişte û cedwelek li demjimêr 10:00 waneyên xwendina polên yekê bingehîn heta 12ê amadehiyê, bi her dû zaravayên Soranî û Kurmancî weşanê dike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: