Polîtîk

Fanack Serok Barzanî bi kesayetiyê salê destnîşan kir

Li nûtirîn zanyariyên dokumentkiriyên Saziya Medyayî Elektronî (Fanack) ku saziyeke akademî bêalî ye û baregeha serekiya wan li Holanda ye û zanyariyên stratejî, siyasî, aborî û olî bi her du zimanên Îngilîzî û Erebî li ser 22 dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê tomar dike û belav dike, Serok Barzanî bi kesayetiyê salê destnîşan kiriye.

Fanack sê navdartirîn kesayetiyên niha yên Iraqê tomar kiriye ku Serok Mesûd Barzanî yekemîne û wekî serkirdeyê Kurdistanî bi nav kiriye û piştî wî jî Ayetulah Sîstanî Lêvegerê Bilindê Şîiyan û sêyem kes jî xanim Nadiye Murad xwediyê xelata Nobela aştî ye. Her li van zanyariyan da hejmara nîştecihên niha yê Iraqê bi nêzîkî 39 milyon kesan tomar kiriye ku têda Kurd nêzîkî %20ê nîştecihên wê pêktîne û kela Hewlêrê bi kevintirîn şûnewarê dîroka Iraqê de tomar kiriye. Ez saziya medyayî 6 milyon beşdarbuyên bînerên xwe li van 22 welatan da heye.

Back to top button