Polîtîk
Serokê Kurdistanê diçe Amerîkayê
Li gor çavkaniyek agadar, biryare di meha bê de, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amerîka bike.
Çavkaniyeke agehdar di vê derbarê de ji AKnewsê re ragihand ku Barzanî dê meha bê bi hevlatiya şandeke herêma Kurdistanê serdana Amerîka bike.
Li gor wê çavkaniyê, serdana Barzanî di çarçoveya wê vexwendina fermî de dihê ku dawiya sala borî cîgirê serokê Amerîka Joseph Biden di serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de, pêşkêşî serok barzanî kiribû û Barzanî jî ew vexwendin qebûl kiribû.
Barzanî di serdana xwe de dê digel her yek ji serokê Amerîkayê Barack Obama û cîgirê wî Joseph Biden û berpirên din ên wî welatî bicive.
Ji sala 2005ê ve, ev dê bibe sêyemîn car ku serokê Kurdistanê li ser vexwendina fermî serdana Amerîkayê bike.