Kultur
Cîran Cîran ji bo çi hate rawestandin?
Osman Xunav lîstikvanê serekiyê rêzefîlma Kurdî ya Cîran Cîran (TRTKURDÎ) li bernameyeke televizyonê de, sedem û hokarên rawestandina rêzefîlma Cîran Cîran eşkere kir.
Her wiha Hunermend Xunav da zanîn ku Cîran Cîran di demeke kurt de karî Kurdên hemû cîhanê li ser wê rêzefîlmê kom bike. Helbete dema wiha lê hat, êdî di dema weşana Cîran Cîran de kesek tişteke din temaşe nedikirin. Kurdên hemû deverên cîhanê di dema weşana bernameyê de televizyona TRTKURDî temaşe dikirin û birastî eve jî hebûna Kurdan li hemû deveran nîşan dida.
Di berdewamiya axaftina xwe de Osman Xunav got: Sedemê Rawestandina rêzefîlma Cîran Cîran ji ber rêveberiya televizyonê bû û bi biryara wan Cîran Cîran hate rawestandin.