Polîtîk

Rizgariya Kurdan bi aştiya civakî dikare pêkbê

Mehmet Mim Kurt li Zanîngeha Yale ders û waneyan dide li ser babetên hîzbullaha li tirkiye, îslama siyasî, ciwan û radikalizm de xelatên fîlmên dokumeteriyê wergirtiye. Li hevpeyvîneke li gel Jînda Zekioglu ya gazeteduvar de behsa ol, ziman, netewe, azadî û civaka Kurd kiriye.

Mehmet Mim Kurt di derbarê Daîş de dibêje: Dibe ku Trump ji Koşka Spî serkeftina li ser Daîşê radigihîne, lê baş dizane ku ew îradeya di rastiyê de bingeha Daîşê têkşikand ji çalakiyên Kurdan ve pêkhat. Tundî tundiyê diafirîne. Li şerê Suriyê de Rojhilata Navîn ket nava qonaxeke din. Ew statuko û kiyana sedsalî dest bi derizînê kir. Gefa herî mezina vê kiyanê jî modela Kurdan ya demokratik û pêkvejiyanê ye. Eger ev modela Kurdan serkeftî bibe, li Rojhilata Navîn de rejîmên tundrew wê vegerin li ser modela mirovayetiyê. Ew şerên bi wekalet, hevbeşiyên gemar û hevalbendên wan, yên dijî têkoşîna siyasiya Kurdan li vê çarçoveyê de divê bê nirxandin.

Li ser pirsa gelo çi Kurdan rizgar dike? Siyaset? Şer? Pere? hemû? yan ne yek ji wan jî? Mehmet Mim Kurt dibêje: Dermannameyeke efsunî ji bo rizgariya Kurdan tûneye. Lê bi raya min rizgariya Kurdan bi aştiya civakî de dikare destpêbike. Eve jî dikeve li ser milê Çepgir, Rastgir, Îslamî, Sekuler(elmanî), Kurdistanî hemû pêkhatên siyasî, rihspî û serkideyên olî û em hemû ji aliyek ve dikarin vê aştiya civakî pêkbînin. Birastî dema me nîne, bi siyasetên partiyan û bi ideolojiyan yan (Modela min dikare li modela te bixe) bi van hişmendiyan ve mijul bibin. Eger em nekaribin li vir de serbikevin emê dîsa êş û janên dijwar re rûbirû bibîn. Piştî sedsalan jî wê neviyên me hesaba vê yekê bipirsin.

Çavkanî: https://www.gazeteduvar.com.tr/gundem/2020/04/21/kurtulus-kurtlerin-ic-barisi-ile-gelebilir/

Back to top button