Polîtîk

Serokê Kurdistanê: Geşbînîn ev rewş jî derbasdibe(Bi tevahiya tekstê ve)

Berî nîvroya îro dûşem 20/04/2020 Serokayetiya Herêma Kurdistanê civiya. Li civînê da pêşhatên dawî yên rûbirûbûna şewba Korona û encamên wê, rêkarên Hikûmetê û rewşa welatiyan, pêşhatên babeta Zîna Wertê û rewşa Herêma Kurdistanê û aloziyên di vê dema derbasbûyî, pirsa pêkanîna Hikûmeta Federaliya Iraqê û pêgeh û berketiyên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta nû da, metirsiyên Da’îş û çawayiya rûbirûbûna wê, bi taybetî li navçeyên kêşe li ser hatin nirxandin.

Piştî civînê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê da behsa naveroka civînê kir û bersîva pirsiyarên rojnamevanan da:

Di destpêkê de Serok Nêçîrvan Barzanî li gotarek da got: “Îro me civîneke Desteya Serokayetiya Herêmê hebû, li gel birêzan Şêx Cefer Mistefa û Mistefayê Seyîd Qadir û têda me behsa hinek babetên peywendîdar bi Herêma Kurdistanê, rewşa navxweya Herêmê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê kir. Di destpêkê de dixwazim destxweşiyê li wan hemû rêkaran bikim ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li babeta rêgirîkirina belavbûna virusa Korona li ber girtine ku babetekî cîhaniye. Ev babet tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê yan Iraqê ve nîne, belku wekî ku hûn bi xwe jî dûvdaçûnê ji bo wê dikin peywendî bi hemû cîhanê ve heye ku ev virus li hemû cîhekê belav bûye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê her li destpêka vê babetê de rêkarên gelek bi lez li ber girtin û mebest jî ji van rêkaran parastina welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Ji bo wê yekê ku Herêma Kurdistanê bê parastin û bi wê mebestê ev rêkar li Herêma Kurdistanê hatin encamdan. Li vî derbarî de bi navê xwe û Desteya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve destxweşiyê li birêzan Serokê Hikûmet, Cîgirê Serokê Hikûmet, Wezîrên Tendirustî, Navxwe, Karubarên Olî û wan hemû birêzan dikim ku bi awayeke giştî li vê proseyê da ewê ku ji destê wan da hatiye pêkanîne û berdewamin. Welatiyên Herêma Kurdistanê cihê rêz û spasiyeke taybetîne ku birastî li vê qonaxê da û her li destpêka destpêkirina vê pirsê bi awayeke berfireh pêgiriyê li rêkarên Hikûmeta Herêmê, rêkarên Wezaretên Tendirustî û Navxwe û Wezaretên din bûn”.

Her di derbarê pirsa virusa Kovid-19 Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Min spasiyeke taybet ji bo karmendên Wezareta Tendirustiyê heye ku îro ew Pêşmergeyên eniya pêş ya ji bo rûbirûbûna vê virusê ne ku îro hemû cîhanê girtiye û şev û roj bi Wezîr û karmendên Wezaretê ve pêkve kar dikin heta ku Herêma Kurdistanê ji wê virusê rizgar bibe. Ewê girînge eweye ku divê em hemû pêgiriyê li wan rêkaran bikîn ku heta niha jî berdewamin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarê daye heta dawiya vê mehê jî rêkaran de berdewam bibin û paşê rewşê dinirxînin û li encamê da ew biryarên ku pêwîstin bidin. Ez wê yekê têdigihim ku debara jiyana rojaneya hinek xelkê ji ber vê babetê ve nemaye, li wê yekê têdigihim ku bazirgan û xelkek hene dixwazin kar bikin. Me hemûyan jî pê xweşe wiha bê, lê belê tişteke ji wê yekê mezintire. Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ber wê yekê daye ku gelo em wan azîzên xwe li encama vekirina bazarê ji dest bidîn, yan heta demekê li berxwe bidîn heta azîzên xwe biparêzîn? Bi piştrastiyê ve cîhan û hemû aliyek şahidê ewene ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek bi başî muamele li gel vê babetê da kiriye û cihê destxweşîkirinê ne, neku tenê li ser asta navçeyê belku tenê li ser asta cîhanê jî pêşbîniyeke wiha nedihat kirin Herêma Kurdistanê wiha bi rêkupêkî muamele li gel vê pirsê de bike. Eve jî her wiha dirust nebûye, belku li encama karkirina Hikûmet û Serokê Hikûmet û ew tîmên li Hikûmetê li gel wanin, hemû pêkve van rêkaran bi cîh kirin û heta ku armanc jî tenê parastina welatiyên Herêma Kurdistanê buye ku ez ji vir ve dixwazim hemûyan piştrast bikim, li hemû rêkaran da ewlewiyeta yekem parastina welatiyên Herêma Kurdistanê buye. Hez jî dikim kes ji wan dilgiran nebin û eger tiştekî nexweş jî ji bo her kesek rûdabe, ez dixwazim ji we re bibêjim rêkar ji bo parastina wê yekê buye û tenê ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê buye û berdewame. Heta wê demê nirxandineke tevahî tê kirin. Eve xalek bû me li vê civînê da behs kir û dîsa pêzanînên min ji bo wan hemû rêkaran heye ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine encamdan”.

Rêzdar li berdewamiya gotara xwe de got: “Babetekî dinê civînê peywendî bi rewşa navxweya Herêma Kurdistanê ve hebû. Her wekî hûn bi xwe jî agahdarin hinek alozî li Zîna Wertê rûdaye. Ez ji vir dixwazim we piştrast bikim kêşeyekî wiha mezin nîne ku neyê çareser kirin û berev çareseriya wan aloziyan ve diçîn. Divê li Herêma Kurdistanê û pêwîste li ser hemû hêzên siyasiyên Herêmê bi taybetî li vê demê de ku kêşeya Korona û rewşa aboriya li Herêma Kurdistanê û Iraqê da heye. Ewê girînge niha divê yekrêziya xwe biparêzîn û dixwazim we piştrast bikim ku hîç kêşeyekî wiha mezin nîne û ewê ku heye çareser dibin û em li gel Mekteba Siyasiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kom dibîn ku hevbeşê serekiyê Partiya Demokrata Kurdistanê ye, li pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê da. Behsa wan hêzan tê kirin ku çûne Zîna Wertê ew hêzên ser bi Wezareta Pêşmergene û Wezareta Pêşmerge jî Wezareta hemû Kurdistanê ye û hîç hêzekî biyanî neçûye wê sînorê û ji bo rewşeke demkî çûne û eger pêwîst nebê ew hêz li wir bimînin, wê demê li wir namînin. Gelek nirxandinên balkêş û xerîb û namo li ser vê babetê tê kirin wekî wê yekê ku qaşo Zîna Wertê cîheke ku projeya Atomî lê tê dirust kirin. Ewê ku hatiye kirin tenê ji bo parastina welatiyan buye li hatin û çûnê û demkiye û rêkarên hemûyan asayî dibin”.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gotarek da behsa pirsa Da’îş kir û got: “Xalekî din ku dixwazim behs bikim ew jî pirsa Da’îşe. Da’îş îro ji bo Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê metirsiyekî ciddiye, li hemû cîhan ve nirxandinên me ji bo vê rewşê heye. Li navçeyên Diyala û Mûsil heta digihe Mexmûr, rojane dibînîn Da’îş vekirina serbazî li wan navçeyan zêde kiriye. Li vê demê de min birêz Şêx Cefer raspard serdana wan sînoran bike û serdan kiriye. Îro li vê civînê de me behsa hinek rêkaran kir heta bikarîn li gel Bexda û hevpeymanan biaxivîn heta mekanîzmekî hevbeş û pêkve karkirinê peyda bikîn bi mebesta rêgirîkirina zêdetirê serhildan û ziyanên wan yê Da’îş li hemû sînoran û eve yek ji wan erkên girîng dibê ku li Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel Bexda axaftinê li ser dikîn”.

Her li vê gotarê de birêz Serokê Herêma Kurdistanê behsa mijareke dinê civînê kir û got: “Mijareke dinê civînê pirsa pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê bû, em wekî Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştî guftûgokirina li gel hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê, me beyannameyek derxist û ji bo pêkanîna Hikûmetê piştgîriya xwe li birêz Mistefa Kazimî kir. Niha jî dûpat dikim ku li Herêma Kurdistanê piştgîriya rêzdar dikîn û dixwazim daxwaziyên Herêma Kurdistanê bi cîh bikin ku ji bo me girîngin. Her li demeke nêzîk de me wê biryarê daye li gel fraksiyonên Kurdistaniyên li Bexda bêaxaftin û ew dikevin danustandin û axaftinê li gel birêz Mistefa Kazimî ya li ser ew daxwaziyên ku Herêma Kurdistanê heye. Dîsa hêvîdarim hemû welatiyên Herêma Kurdistanê selamet û parastî bin û bêguman bi piştevanî û xweragiriya hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhatan ve vê rewşê derbas dikîn. Bi hêviya xwedê hemû aliyek bi xweşî û serkeftî û bi başî Kurdistanê dibînîn û berdewam dibîn”.

Paşê rêzdar li bersîva pirsiyarek da di derbarê wan aloziyên çend rojên derbasbûyî li Zîna Wertê dirust bûn û peyama rêzdar ya li vî derbarî de, rêzdar eşkere kir “Erkê me li Serokayetiya Herêma Kurdistanê ewe buye guftûgo li gel hemû aliyan bikîn heta rewş aram bibê. Ew girjiya li Zîna Wertê rûda zêdetir aloziyeke ragihandinê bû heta aloziyeke ciddî bê û ragihandin û medya civakî de gelek mezin kirin, nexwe hîç pêwîstî bi van hemû lêkdan û aloziyan nebû. Hêzekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ser bi Wezareta Pêşmerge çûye wan cihan. Hîç pêwîst nebû ew tişt ewqas bê mezinkirin û ew hêz jî tenê ji bo yek mebestê çuye ku pirsa kontrolkirina virusa Koronaye û ji bo parastina welatiyên Herêma Kurdistanê buye. Bêguman ku ev rewş bi dawî hat, ew hêz jî li wir namîne. Me ji Serokayetiya Herêmê li gel hemû aliyan axaftiye û dixwazim welatiyên Herêma Kurdistanê jî piştrast bikim ku kêşe nabê”.

Di derbarê bingehên piştgîriya Herêma Kurdistanê ya li birêz Mistefa Kazimî ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê, rêzdar ragihand “Li ser bingeha wê yekê ku em ji berê de birêz Mistefa Kazimî dinasîn û yekem merc jî ewe bû ku hêzên Şîîyan bi giştiya dengan birêz Mistefa kandîd kirin. Ji ber ku pirsa Serok Wezîr peywendî bi kutleya Şîiyan ve heye û dema birêz Serok Komarê Iraqê Mistefa Kazimî raspard. Hemû hêzên Şîiyan li wir beşdar bûn. Em dizanîn divê pêkhata Şîî biryarê li ser wê postê bide û wekî kesayetî jî em wî birêzî nasdikîn û danustandinên me jî ji bo daxwaziyên Herêma Kurdistanê her li van rojan da bi awayeke fermî pêkve li gel hemû aliyên siyasiyan û pêkhatan li gel birêz Mistefa Kazimî destpêdike”.

Di derbarê şandina hevkariyên ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ya bi mebesta rûbirûbûna virusa Korona yê de, rêzdar got: “Ew hevkariyên ji Herêma Kurdistanê ve ku me ji bo Rojava şandiye, hevkariyên mirovîne û hîç peywendî bi siyasetê ve nîne. Ewan li wir hîç dezgehekî pişkinînê li sînora xwe de nebuye heta bikarin bizanin kesek virusa Korona heye yan na. Her wiha rewşa wan bandorê li ser Herêma Kurdistanê jî dike û hejmareke zêdeyê wargehên koçberan li Sûriye hene, me yarmetiya taqîgehî û laboratuariyê ji bo wan şand li gel tîma pizîşkî û endazeyî bo wan û rahênanê bi kadirên wan bikin ku çawa li ser wan amêran kar bikin û bêguman eve jî li çarçêweya hevkariya mirovî de buye”.

Di derbarê destgîrkirina Kurdek li Lîbya ku gote gotên wê yekê hatibûn belavkirin ku qaşo peywendî bi Pêşmerge ve heye, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Ew kesê li Lîbya hatiye destgîr kirin, hîç peywendî bi Pêşmerge û Leşkerê Roj ve nîne û we jî beyannameya Leşkerê Roj û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li vî derbarî de dîtiye. Belê ew kes demekê hatiye Herêma Kurdistanê, paşê çuye Tirkiye û li wir jî wekî her kesek peywendiyê bi wan re kiriye. Lê belê wekî hêzên Pêşmerge yan Pêşmergeyên Roj ne dûr û ne nêzîk em beşek nînin ji wê babetê û birastî jî me gelek gileyî li wê beşa Lîbya heye ku mixabin vê babetê gelek ji qebareya xwe mezintir kirin. Berî wê yekê ku peywendiyê bi me ve bikin, wiha pîşan dan ku eve hêzê Pêşmergeye û ji bo şerkirinê çûne Binxazî, me ne kes şandiye û ne jî kesek dişînin û ne kêşeya Lîbya jî kêşeya meye û hîç siyasetek jî li Herêma Kurdistanê nîne ji bo beşdarîkirina wan aloziyên li ku Lîbya heye”.

Her di derbarê guftûgo û danustandina li gel birêz Mistefa Kazimî li ser pirsên neft û navçeyên kêşe li ser û gefa Da’îş li ser Herêma Kurdistanê, rêzdar balkişand li ser wê yekê û got: “Guftûgoyên me li gel birêz Mistefa Kazimî tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê ve nîne, belku peywendî bi hemû Iraqê ve heye. Em dixwazîn hemû Iraq li rewşeke nû da bê û bi awayeke giştî baş bibê. Bi raya me welatiyên Iraqê bi giştî û li hemû rûyekê ve hêjayî rewşeke ji vê gelek baştirin. Di derbarê Herêma Kurdistanê jî, em danustandinê li gel dikîn û li civîna îro ya Serokayetiya Herêma Kurdistanê da me behs kir û bi zûtirîn dem şanda Herêmê ku ji fraksiyonên Kurdistanî li Encumena Nûnerên Iraqê pêktê li gel pêkhatên dinê Kurdistanê dest bi guftugoyê li gel Mistefa Kazimî dikin. Palpiştiya me ji bo birêz Mistefa Kazimî tenê peywendî bi Herêma Kurdistanê ve nîne, belku peywendî bi hemû Iraqê ve heye û dixwazîn Serok Wezîrek bê ku bikarê xizmeta hemû welatiyên Iraqê bike. Di derbarê metirsiyên Da’îş, bêguman Da’îş metirsiyekî mezine bo hemû Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî. Ji bo wê yekê ewê ji bo Herêma Kurdistanê girînge hemahengî û hevkariya di navbera Hewlêr û Bexdaye li ser pirsa Da’îş, me gelek hewl daye li ser wê dosyayê û me li gel Bexda axaftiye û guftugo kiriye. Lê belê dixwazim birastî bibêjim ku Bexda heta niha jî vê pirsê gelek bi ciddî wernegirtiye û wekî pêwîst li gel Herêma Kurdistanê hemahengiya wan nîne ku babeteke metirsî ji bo Herêma Kurdistanê û hemû Iraqê heye”.

Her di derbarê rûdanên Zîna Wertê û karvedana wê ya li ser torên civakî û behskirina dirustbûna dû îdareyî wekî mînak, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Eger wiha lêhat, wê demê dibê sifir îdare neku dû îdare. Eger pirsa Zîna Wertê wiha lê bê ku bibê sedema dû îdareyî, wê demê li wê baweriyê da nînim bibê dû îdare belku dibê sifir îdare bo her dû aliyan. Ewê ku ji bo Herêma Kurdistanê girînge yekrêziya wê ye bi hemû pêkhatên wê ve, Nabê em ewqas bê bawer bîn li gel hevdû. Her ji ber wê hêzekî hevbeş çûye wir ku ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve çûne heta ku bêbawerî dirust nebê û ew hêz jî ne hêza PDK ye, belku Hêza Hikûmeta Herêma Kurdistane. Ev pirs gelek hate mezin kirin, wekî Serokê Herêma Kurdistanê her li destpêkê ve li wê baweriyê da me ku hîç tiştek nabê û niha jî piştrastim ku li wan sînoran hîç tiştek nabê û li navbera PDK û YNK hîç kêşeyek nabê. Kêşe têne çareser kirin, ewê hêza Hikûmeta Herêma Kurdistane, pirseke ne PDK û ne YNK ye. Hêvîdarîn aliyên dinê derveyê Herêma Kurdistanê dest nexin nava kêşeyê. Gelek caran me behsa ewe kiriye ku hebûna PKK li hemû Kurdistana Iraqê bi yasayî û şer`î nizanîn û pêwîste PKK li dirustkirina kêşeyan ji bo Herêma Kurdistanê dûr bikevê, ji ber ku PKK cihê karkirina xwe heye û bêguman Herêma Kurdistanê ne cihê karkirina PKK ye û nabê jî bibê. Em beşêkîn ji Iraqê û Herêma Kurdistanê jî li çarçêweya Iraqê da derfeta ewe nade bi hîç awayekê hêzekî din bibê sedema kêşeyan ji bo ciranên me”.

Di derbarê bandora daketina nirxê neftê li ser mûçe û mûçexurên Herêma Kurdistanê, rêzdar eşkere kir: “Pirsa dabezîna nirxê neftê bandora wê li ser Herêma Kurdistanê jî dibê her wekî çawa bandora wê li ser hemû welatên navçeyê jî heye. Îro Herêma Kurdistanê rûbirûyê vê pirsê buye û li guftûgoyên ji bo çareserkirina vê kêşeyê berdewame. Her wekî hûn bi xwe agahdarin niha şanda Herêma Kurdistanê li Bexdaye heta ku çareseriyek ji bo warê aborî peyda bikin ku bargiraniyeke mezin ji bo hemû Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, daketina nirxê neftê bandorê li ser hemû cihek heye”.

Li beşekî dinê civîna rojnamevaniyê da û li bersîva pirsiyarek ya di derbarê çawayiya hemahengiya li navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal da ji bo pêdana mûçeya fermanberan, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Em li Herêma Kurdistanê mijulî amadekirina nameyekîne ji bo Parlemena Iraqê û Serok Wezîrê nû yê Iraqê jî ku dibê yarmetiya xelkê bi awayeke giştî xelkê hemû Iraqê bide. Dizanîn li hemû welatên cîhanê wihaye, ev qeyrana ku dirust bûye pereyek ji bo wê terxan kirine bo ku ewên zerermendê mezinin, eve berpirsiyariya Hikûmeta Federale bizanê ewên debara jiyana rojaneya wan li ser karkirine û zerermend bûne, yarmetiya wan bide û em bi rola xwe radibîn li gel Bexda û Parlemen û Serok Wezîran, bo ku bikarîn rêyek peyda bikîn neku tenê ji bo yarmetîdana Herêma Kurdistanê, belkû ji bo yarmetîdana wan hemû kesên ku bi her awayek zerermend bûne”.

Serok Nêçîrvan Barzanî her wiha got: “Pêkanîna Hikûmeta nû ji bo Iraqê gelek pêwîste û Herêma Kurdistanê jî wekî beşek ji Iraqê, pêwîste niha banka navdewletî (IMF) ewên hemû amadene bikevin guftûgoyê li gel Iraqê ji bo çareserkirina kêşeyên darayiyan ku bi piştrastiyê ve eve bandorê li ser Herêma Kurdistanê jî dike. Ji ber wê em li Herêma Kurdistanê xwazyarê ewe ne, bi zûtirîn dem Hikûmeta nû ya li Bexda pêkbê û danustandinên ciddî jî li gel Banka Navdewletî û (IMF) bê kirin. Di derbarê kêşeyên Iraqê li rûyê darayiyê ve ku bi raya min bargiraniyekî giran dibê ji bo hemû Iraqê. Ji bo wê yekê bi zûtirîn dem bikevin danustandinê belkû bikarîn kêmtir bikîn. Wekî mînak Iraq salane nêzîkî çil milyar dolar ji bo mûçe dide. Sala par çil milyar bû, îsal buye nêzîkî çil û heşt milyar. Wate ewê Iraq li firoştina neftê ya li mehek de dest dikevê, niha dû milyar dolare. Hesab bikin ew mehane ji bo dabînkirina mûçe pêwîstî bi çar milyar dolaran heye. Wate barekî yekcar girane li ser rewşa aboriya Iraqê. Ji bo wê yekê me pêwîstî bi rûniştin û rêkarên ciddî heye, nexwe wiha bi hêsanî nayê çareser kirin. Eve hemu Hikûmeta nû eger bi zûtirîn dem dabimezrê li Iraqê û bikevê guftûgo û danustandina li gel civaka navdewletî, bi wê hêviyê ku bikarîn rewşê baştir bikîn”.

Di derbarê gefa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser rewşa emnî li navçeya Zîna Wertê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî dûpatkirina helwesta Herêma Kurdistanê ragihand: “(PKK) hêzek nîne li Herêma Kurdistanê da hîç şerîyetekî hebê heta beyanname derbixe ev hêze bimînê yan nemînê. Ne şerîyeta wî heye û ne jî derfeta wê şer`îyet jî bi (PKK) li Kurdistana Iraqê da tê dayîn. Ewê ku (PKK) bixwaze yarmetiya Herêmê bide, eweye ku divê Herêma Kurdistanê çol bike û Herêma Kurdistanê cihê karkirina (PKK) nîne. Ewê niha (PKK) dike, qet yarmetîdana Herêma Kurdistanê nine. Bi berevajî ve rêk dirustkirina kêşeye ji bo Herêma Kurdistanê li vê dem û wextê da. Helwesta Herêmê jî li roja yekem ve diyar buye, em dixwazin fakterê aramiyê bîn li navçeyê li gel cîranên xwe û li navxwe jî, hengavên me jî li ser vê meseleyê peywendiya wan bi hemû Iraqê ve heye. Herêma Kurdistanê jî wekû beşek ji Iraqê”.

Di derbarê çawayiya pêkanîna bawerî û yekrêziyê li Herêma Kurdistanê, Serok Nêçîrvan Barzanî hêvîdar bû her çi zûtire ewe pêkbê û got: “Em hemû li wê yekê têgihîştîne eger yekrêz nebîn û pêkve nebîn nikarîn û me hîç destkeftek jî nabê. Lê belê bila rastbînî temaşa tiştan bikîn. Her ew yekrêziye buye sedema wê yekê eger temaşa PDK û YNK bikîn li sala 2003 ve, behsa pêş 2003 nakim, ew destkeftên me li Bexda bi dest ve aniye, li encama wê yekrêzî û pêkve karkirinê buye, me pêkve kar kiriye. YNK û PDK li gel hemû aliyan û pêkhatên din jî li Iraqê, destûra Iraqê bi wî awayî hate nivîsîn. Ew tiştên îro li nav destûra Iraqê da hatine cêgîr kirin ji bo Herêma Kurdistanê, bi yekrêziyê me kir, bi yekrêziyê şerê Da’îşê me kir, ew xwîna ku hate rijandin li şerê Da’îş tenê xwîna yek alî nebû, ew xwîn bû ku berevaniyê li Herêma Kurdistanê kir û pêkve me xwîn da û xebatê kir û Herêma Kurdistanê me ji metirsîdartirîn êrîşa dirindaneya wê hêza terorîstî parast. Lê belê kes negot ev xwîn zere, eve keske, me hemûyan bi yek tiştî berevaniyê kir. Ewe yekrêzî bû ku me pêkve kir. Îro jî eger temaşe bikîn li wêneya mezin da dibînîn ku wekî mînak me pêkve palpiştiya Mistefa Kazimî kiriye. Her PDK nebuye, yan YNK, PDK û YNK û Goran û hêzên din, ew hemû ew yekrêziye. Hinek car bêbawerî dirust dibê, li ragihandinê, li medya civakî, divê em rê li wan bigrîn. Me kêşeyên mezintir li gel hevdû nîne birastî. Wate çi kêşeyekî mezin heye. Spas ji bo xwedê li Kurdistanê dikarîn bi başî pêkve kar bikîn, neku tenê PDK û YNK, belkû PDK û YNK û Goran û Komela Îslamî û Yekgirtiya Îslamî û pêkhatên din ku li Herêma Kurdistanê dijîn, birayên me yên Mesîhî, birayên me yên Turkmen, ewan hemû pêkve kar dikîn û vî welatî birêve dibîn. Nabînim kêşe ewe ewqas mezin bê. Bi her hal em ne li wê qonaxê ne ku li ser vê babetê kêşeyekî mezin li Herêma Kurdistanê dirust bibê”.

Rêzdar eve jî got ku “Eger medyaya civakî rawestê hemû tişt bi başî diçe. Çi nirxa wê yekê heye ku siyaset li ser bingeha medyaya civakî bê danîn. ji bo çi divê medyaya civakî bibê sedema têkdana rewşa Kurdistanê. Hinek nêrînên wiha li ser Zîna Wertê kiribûn ku ez şaş û metel mam, babetê bi Amerîka ve girêdabûn û tiştên gelek balkêş behs dikirin. Ewe nabînîn, ew hemû profesore, ew hemû şîroveye dikin li ser tiştek ku hîç bingeheke xwe nîne. Tenê hêzekî Herêma Kurdistanê çûye wê deverê ji bo parastinê û demkiye û li wir jî namînin û vedigerin û tiştên din jî hemû bê wate bûn”.

Di derbarê pirsa sêdaredana Mistefa Selîmî ku girtiyeke Komara Îslamiya Îranê buye û qaşo li navçeya Pênciwên hatiye destgîr kirin û radestî Îranê hatiye kirin. Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Ev rûdane rûdaye. Heta niha diyar nîne ku kes radestî kiriye yan nekiriye! Bi raya min beyannameya Serokê Hikûmetê gelek zelal bû. Ji bo ku rastî derbikevin, ka ev kar hatiye kirin yan nehatiye kirin? bi her cûreyek bê, lîjneyek hatiye dirust kirin ku eger hemû aliyek çaverê bikîn ew lîjne encamê derdixe û Serokê Hikûmetê wê lîjneyê pêkaniye. Cîgirê Serokê Hikûmetê li gel Serokê Hikûmetê pêkve vê karê kirine. Divê hemû aliyek çaverêya ewe bîn, gelo ew tişt hatiye kirin, yan ne? hîç pêwîst nîne em pêşwext biryarê dibîn û hukim bidîn, evane hemu pêwîst nake. Ewê ez bizanim dibêjin ewe zîndaniyê siyasî ye! hîç hizbekî Rojhilatê Kurdistanê berpirsiyariya wê yekê ku ew kesê hatiye sêdaredan, endamê hizbê wan buye, hîç hizbek negot eve endamê me buye! ku wate, tişteke renge rudabê, yan bi her cureyek renge rûnedabê. Ewê girînge ji bo Herêma Kurdistanê eweye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kek Mesrûr li gel Cîgirê Serokê Hikûmetê lîjneyek danîne û mijulî lêkolînê ne. Daxwaz dikim welatiyên Herêma Kurdistanê û eger axaftineke birayên me yên aliyên din jî heye, bila rawestîn û çaverêya vê lêkolînê bîn. Paşê biryarê li ser ewe bê dayîn kî kiriye û kî nekiriye! ew hemû tometbarkirina xayîn û evane, hemû pêwîst nîne. Heta wê yekê ew lîjne karê xwe tevahî dike û bi piştrastiyê ve bi şefafiyetê ve jî bi welatiyên Herêma Kurdistanê dihête ragihandin”.

Di derbarê beşa Kurd li kabîneya Mistefa Kazimî Serok Wezîrê raspardiyê Iraqê û mîsogerkirina bi cîhkirina maddeyên destûrî bi taybet li ser Kerkûk û Şingal û navçeyên Kurdistanî yên dinên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê, birêz Serokê Herêma Kurdistanê got: “Rûpelek pêştir hatiye amade kirin û me li Serokayetiya Herêmê kar li ser kiriye, fraksiyonên me yên li Bexda karên ciddî li ser vê babetê kirine. Rûpel hatiye amade kirin ji bo danustandina li gel Bexda. Li vê rûpelê de ew hemû tiştên ku peywendî bi Herêma Kurdistanê ve hebuye, li meseleya budce, li meseleya neft, li meseleya deverên veqetandiyên Herêma Kurdistanê, Şingal, ew hemû wekû rûpelek hatiye amade kirin û bi piştrastiyê ve danustandin li gel Serok Wezîrê nû li çarçêweya wê rûpelê dibê û meseleya Wezaretan ewê ji Mistefa Kazimî me bihîstiye wekî xwe dimînin. Wate ew biryarê nedaye Wezaret bêne guhertin, Wezîr nizanim! lê belê Wezaret wekî xwe dimînin”.

Li bersîva pirsiyarekî din ya di derbarê helwesta Herêma Kurdistanê li ser bombebarana navçeya Zîna Wertê ji aliyê firokeyên bêfirokevanên Tirkiyê ve û derbaskirina asmanê Herêma Kurdistanê, her wiha bombebarana wargeha Mexmûr, Serok Nêçîrvan Barzanî behsa ewe kir ku: “Ewê ku Tirkiye kir li navçeya Zîna Wertê, li encama ewe bû ku (PKK) hêzên xwe anî û li wir li komek cihên diyar danî. Me xeber jî ji bo (PKK) şand ku eger wan cihan çol nekin, em nikarîn we biparêzîn, teknolojiya Tirkiye pêwîstî bi wê yekê nîne Hikûmeta Herêmê yan PDK, YNK hîç hizbek zanyariyê bide wan, teknolojiya wan gelek pêşketiye û bi hêsanî dikarin armancan destnîşan bikin. Kijan serwerî, ma (PKK) hesab ji bo serweriya Iraq û Kurdistanê kiriye? (PKK) bi şerî tê li wan cihan xalan datîne? Bi piştrastiyê ve nexêr, hîç şerîyetekî nîne wî karî bike ku ew kar dike. Bi raya min divê çaverêya karvedanên Tirkiye jî bikîn li vê meseleyê da. Wargeha Mexmûr dû tiştên ji hev cûda ne. Ew wargeh û kempa Mexmûr ji bo hinek karên serbazî bikartînin. Me li Herêma Kurdistanê berdewam ji wan re got ku meseleya penaberiyê cûdaye. Rêza me heye ji bo we, li gor yasayên navdewletî çawa tevdigerin li gel wan bikin. Ji bo zanyariya we, Mexmûr li bin kontrola desthilata Herêma Kurdistanê da nîne, li bin desthilata Hikûmeta Federale. Wate ewe peywendî bi Herêma Kurdistanê ve nîne. Hemû daxwaziyên me jî ji wan eweye nabê kempa Mexmûr ku ciheke xelkê sivîle ji bo babetên serbazî û xul û dewre û van tiştan bikarbînin. Ji ber wê eve tişteke aloze, bi piştrastiyê ve li rewşên wiha de pêwîst bi wê yekê dike Bexda bi xwe destpêşxeriyê bike û ew tiştê ku kirine li çarçêweya karên Hikûmeta Federale”.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê li ser pirsa danustandina li gel Hikûmeta nû ya Iraqê, wê yekê dûpat kir ku “Em pêkve guftûgo dikîn, rola ewên ku li derveyê YNK û PDK ne jî, rolekî heta bibêjî erênî buye. Me bi pêkve bi berdewamî guftûgoyê kiriye li ser babetan û niha jî ewê ku me dest pêkiriye ji bo danustandina li gel Mistefa Kazimî, pêkve dikîn û fraksiyonên xwe li Bexda em hemû pêkve dikevîne wan danustandinan û rola wan jî heta bibêjî berpirsane û erênî buye li Herêma Kurdistanê û li ser daxwazên rewayên Herêma Kurdistanê jî hemû alî ji bilî wan, hemû fraksiyonên nav Parlemena Iraqê jî bi spasiyê ve gelek bi erênî kar li ser vê babetê kirine”.

Rêzdar di derbarê rêkarên xweparêziya li zêdenekirina virusa Korona, bi taybet rêkarên li derbasgehên parêzgehan got: “Li gel Wezareta Navxwe dipeyvîn û bi piştrastiyê ve ew rêkarên ku li Wezareta Navxwe heye her çi bê ji bo parastina welatiyan buye. Lê belê ew rewşa li ser hatin û çûna welatiyên derveyê Herêmê ji bo nav parêzgeha Hewlêrê li gel Wezareta Navxwe behs dikîn”.

Li dawiya civîna rojnamevaniyê da, Serok Nêçîrvan Barzanî got: “Dixwazim tevahiya welatiyên xweşdivî piştrast bikim ku tenê armanca me jiyan û debar û aramiya Herêma Kurdistanê û welatiyên Herêma Kurdistanê ye û her ji vir ve dixwazim spasiyeke taybetî li parêzgehan bikim, Parêzgeha Helebçe, Parêzgeha Silêmanî, Îdareya Germiyan, Îdareya Raperîn û her wiha Parêzgeha Hewlêr û Parêzgeha Dihokê jî spasiya wan dikim, gelek bi başî heta niha jî îdare kirine, tika dikim, daxwaz dikim, welatiyan li ber xwe dane, bila li ber xwe bidin, Em naxwazin carekî din ev hemû ked û westabûna ku niha heye, careke din bi vala biçe, dizanim dijware, zehmete, bêzar bûn ewqas li mal ve rûniştin, hatin karantîne kirin û li malê rûniştin, lê belê zêde nemaye, bi piştevaniya xwedê asoyekî geş dibînîn û derbas dikîn”.

https://www.facebook.com/kurdistan24.official/videos/231975494578321/

Back to top button