Candan: Plana Tirkiyê ewe grubên Cîhadî li Qendîlê bi cîh bike
Nivîskar Goran Candan li ser tora civakiya facebookê babetek bi navê Çiyayê Qendîl û Zîna Wertê nivîsiye û balkişandiye li ser planên tirkiye yên li ser axa Başûrê Kurdistanê.
Candan dibêje: Plana tirkiyê ewe ku li Qendîlê grubên terorîstên cîhadiyên Îslamî bi cîh bike. Eger Amerika û siyasetmedarên Ewrupî de piçek jî be pêşbînî kirin hebe, divê demildest rê li pêşiya tirkiyeya Îslamîst de bigrin.
Her wiha Goran Candan nivîsiye: Wateya bi cîhkirina grubên terorîstên cîhadiyên Îslamî li Qendîlê ewe ku 1- Qendîl devereke stratejîke, eger terorîstên cîhanî li vir bi cîh bibin wê di demeke kurt de bibin xwedî cîheke girîng ku senger û eniyeke ji aliyê leşkerî ve ji Afxanîstan û Suriyê baştire. 2- Tora Terorên cîhadî li vir demeke kurt de bihêz dibe û dikarin tevahiya Rojhilata Navîn û Ewrupayê jî ji vir metirsiyê dirust bikin.
Dawiya nivîsa xwe de nivîskar dinivîse: Ev pêşhat hê ku li ser planê ye, pêwîste demildest bêxin çavên Enqere yê û rênedin dewleta terorista tirk vê yekê pêkbîne.