Polîtîk

Serok Barzanî sersaxiyê li malbateke 4 şehîdan kir

Serok Barzanî serxweşiyê li malbata Şehîd Elî Mîlî kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêzê Şehîd Elî Mîlî

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawî ya xanima Bedîe Hesen Salih, hevjîna Şehîd Elî Mîlî û dayika Şehîdan Xetab û Reşad û Rehman gihîşt me.

Ew xanime, wekî hevjîna şehîd û dayika sê şehîdan, yek ji mînakên bilindên xwe gorîkirin û qehremaniya jina Kurde û cihê şanaziya gelê meye.

Sersaxiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya nas û xizmên we dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê Bedîe xanim bixe ber dilovaniya xwe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
15.04.2020

Back to top button