Cîhan

Roger Stone: Koronayê Bill Gates belav kir

Roger Stone Şêwirmendê berê yê Donald Trump Serokê Amerikayê da zanîn ku şewba Koronayê ji aliyê Bill Gates Damezrênerê Microsoft ve hatiye belav kirin.

Bill Gates Damezrênerê Microsoft li sala 2015 an de hişyariyek kiribû û gotibû li van deh salên li pêşiya me de wê nêzîkî deh milyon kes jiyana xwe ji ber şewb an ku virusek ji dest bidin, eve jî ji hejmara şer û pevçûnan jî zêdetire.

Roger Stone Şêwirmendê berê yê Donald Trump Serokê Amerikayê jî li bernameyeke radyoyê de êrîşî Gates kir û got: Hebûna destê Bill Gates di belavkirina vê şewbê de eşkereye û ew û hevalên wî yên dinê ku cîhangirvaniyê ne, dixwazin çîpeke li hemû mirovan ve bikin û vê yekê ser her kesekî bisepînin.

Back to top button