Kultur

Avesta li serdema Koronayê jî ronahiyê belav dike

Weşanxaneya Avesta ku weşanxaneyeke Kurdistaniye û navenda wê li bajarê Stenbolê ye, ev demeke li ser kanala xwe ya youtube, beşek ji pirtûkên xwe yên hatine çapkirin bi dengê nivîskaran dide xwendin û bi awayeke videoyî belav dike.

Abdullah Keskîn Xwediyê Weşanxaneyê di derbarê vê çalakiya xwendina pirtûkan de li twittera xwe de nivîsiye: Xwendina me jî wek xwarina me ye, bilez e. Hema çi hat ber min min xwend bê amadekarî û dubarekirin. Ji kompûterê min ji telefonê re xwend, hêvîdar im bi dilê we be. Ev destpêk e, ku daxwaz hebe emê gelek tiştên din biceribînin. Bo wê divê pêşî hûn ji rûpel re bibin abone.

Helbet piştî vê destpêka Keskîn gelek nivîsikar û helbestvanên din jî dest bi xwendinê kirin. Evên li xwarê jî beşek ji wan ceribandinên xwendinê ne:

Fatma Savci helbestên xwe dixwîne
Şehmus Kurt – Tarantîno, babê min û ez
Mîrza Metîn – Serencama Qijikan
Osman Özçelik – Sêvdîn Mîrê Kela Rebetê
Sala Kulê – Mehmet Dicle
Fatih Aydin, “Keleh”a Kafka dixwîne
Berken Bereh Helbestên Mem Ronga Dixwîne
Gulîzer Helbestên xwe dixwîne
Merasima qelema zêrîn bo Firat Cewerî
Îbrahim Xelîl Baran, li ser ”Melayê Cizîrî” dipeyive
Ciwanmerd Kulek Ji ”Çar Mîx”
Çend rûpel ji romana ETA NEHAYÎ – GREWÎ BEXTÎ HELALE

Back to top button