Cîhan

Neteweyên Yekgirtî bersîva biryara Trump didin

António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ragihand, niha dema ragirtina hevkariya darayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî nîne.

Li bersîva Donald Trump Serokê Amerîka ku biryara ragirtina hevkariya darayiyê ji bo Rêxistina Tendirustiya Cîhanî daye, António Guterres Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ragihand “Niha dema ragirtina hevkariyê darayiyên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî û hîç rêxistineke din nîne, ku kar ji bo rûbirûbûna şewba Korona dikin”.

Berê jî Serokê Amerîka rêxistinê bi pêdana zanyariyên nerast yên li ser Kovid-19 tometbar kir û biryar da beşa welatê xwe li hevkariyên darayî yên ji bo wê rêxistinê rabigrê.

Back to top button