Polîtîk

Dosyeya Mistefa Selîmî gihîşt Genevê

Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê – Genev, li nameyek da ji bo Komîsyariya Bilinda Mafê Mirov ya Neteweyên Yekgirtî Raporterê Neteweyên Yekgirtî ya Îran û Unami li Iraqê, ji bilî şermezar kirin û mehkûm kirina radestkirin û sêdaredana Mistefa Selîmî, daxwaza lêkolîneke ciddî ya teslîmkirina navbihurî ya ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bo Îranê kirin.

Her wiha li dirêjahiya nûçeyê da hatiye ku Komeleya Mafê Mirov ya Kurdistanê – Genev pirsa radestkirina nerewaya Selîmî zîndaniya siyasiya Kurd tîne holê û li 44. xula civîna Komîsyona Mafê Mirov de biryare li meha 6 ya 2020 li Genev birêve diçe.

Ew dakokîkarên Mafê Mirov li Genev li dawiyê de radigihînin ku radestkirina Selîmî ji aliyê berpirsên Herêmê û Asayîşa Pênciwên berevajiya hemû yasa û peymannameyên navneteweyiyane û bi tundî şermezar dikîn.

Back to top button