Polîtîk

Cotyar Adil: Hikûmeta Kurdistanê ji Wezîran re otombêl nekiriye

Dr Cotyar Adil Peyvdarê Hikumeta Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê gote gotên “Kirîna otombêlan ji bo Wezîrên Kabîneya nehem” belavkir û ragihand, hinek kanalên medyayî yên navxweyî bi mebesta şêlokirina raya giştî, nûçeyên bê bingeh belav dikin.

Li daxuyaniyê de balê dikşîne li ser wê yekê ku ew nûçe ji rastiyên dûrin û hîç bingeheke xwe nîne û dûpat jî dike, li vê dema hestiyar da parastina selametî û tendirustiya welatiyan û dabînkirina xorek û mûçeya fermanberan, li karê pêşînên Hikumete.

Dr Cotyar Adil Peyvdarê Hikumeta Kurdistanê dibêje: hinek kanalên medyayî yên navxweyî, bi mebesta alozîkirin û şêlokirina raya giştî, nûçeyên bê bingeh belavkirine ku qaşo Hikumet otombêlên model 2020 ji bo wezîrên kabîneya nehem kiriye. ev babet dûre ji rastî û hîç bingeheke xwe nîne. Li vê dema hestiyar da, parastina selametî û tendirustiya welatiyan û dabînkirina xorek û mûçeya fermanberan, karê pêşîneyên hikumete.

Her wiha dibêje: Endamên kabîneya nehema hikumeta Kurdistanê, bi hestkirina berpirsiyarêtiya vê rewşa hestiyare, her yek ji wan li gor pîsporiya xwe, bi tevahî ji bo parastina tendirustiya giştiya welatiyan terxankirine. Daxwaz ji Dawakarê Giştî dikîn, rêkarên pêwîst beramber wan kes û aliyan li ber bigrin ku dibin sedema nearamiya civakê û anîna aloziyê ji bo meramekî siyasî ya diyarkirî û divê rê nedin bi vî awayî aloziyan encam bidin.

Back to top button