Kultur

Çinar: Ji bo derhênerên Kurdan astengiyeke siyasî heye

Li Podcast Kurdî de Fatoş Yildiz, derhênerê Kurd Alî Kemal Çinar dike mîhvanê xwe û hevpeyvîna xwe de, Çinar behsa ezmûna xwe ya fîlman dike û dibêje ji bo derhênerên Kurdan astengiyeke standarda siyasî heye.

Ali Kemal Çinar dide zanîn ku ji ber ku mereqa wî ya li ser sînemayê hebû, piştî gelek ezmûnan karî 2014 an de kurtefîlmek çêbike û paşê jî berdewam kiriye û heta niha 10 kûrtefîlm û 5 fîlmên dirêj berhem aniye. Çinar dibêje: Destpêkê de raste kar zehmete, lê belê bi her awayî, bêyî ku mirov li ser standardan bifikire dikare fîlman berhem bîne. Mirov dikare ji bo xwe standardên nû deyne û li gor amêrên berdest berhem bîne. Eve jî li gor demê ezmûn û tecrûbeya mirov zêdetir dike.

Her wiha Çinar dide zanîn ku standart astengiyeke mezin çêdike, divê mirov taybetmendiya xwe derxe holê û ji bo xwe standardên nû deyne. Ji bo derhênerên Kurdan astengiyeke standarda siyasî jî heye.

https://soundcloud.com/podcast-kurdi/fatos-yildiz-kadraja-kurdi-derhener-ali-kemal-cinar
Back to top button