Cîhan

Li tirkiye lehiya Koronayê radibe

Prof.Dr. Emrah Altindiş Yarîdederê Beşa Biyolojiya Koleja Boston ya Amerikayê dide zanîn ku hejmara dawiya sê rojan ya can ji destdan û tûşbû û pêketiyên Koronayê du hinde zêde bûye.

Prof. Dr. Emrah Altindiş dibêje: “25ê Adarê 109 kes, 28 Adarê 108, 31 Adarê 114, 3 Nîsanê 425 canê xwe ji dest didin. Dema ku mirov hejmara tûşbû û pêketiyan dinêre 27 Adarê 6 hezar, 31 Adarê 13 hezar, 4 Nîsanê jî bûye 24 hezar kes. Hejmara can ji destdanê 3 rojan du car zêde bûye û 4 rojan de carek zêde bûye. Dema ku beramberê cîhanê bikin, li gor pêketiyên herî bilindê yekem û li gor pêketiya duyem ji Îtalyayê gelek metirsîdartire.

Her wiha Prof. Dr. Emrah Altindiş dibêje: Eger nekaribin vê bilindbûna hejmara pêketiyan rawestînin wê du heftiyên din Tsunamî an ku lehiya Koronayê li tirkiye rabe. Pêwîste zûtirîn demî de qedexeya derketina derve bê ragihandin.

Back to top button