Angelina Jolie 1 milyon dolar dibexşê zarokan
Di demek da ku ji ber şewba Korona zêdetirê xwendingehên cîhanê hatine girtin, zêdetirê zarokan pêwîstiya wan bi hevkariyê heye, li vî derbarî de stêrka Hollywood Angelina Jolie yek milyon dolar ji bo hevkariya zarokan dibexşê.
Angelina Jolie bi wê yekê hatiye nasîn ku berdewam mijulî karê xêrxwaziyê ye.
Angelina Jolie stêrkeke navdarê cîhana Hollywood e, li sala 1975 li Amerîka ji dayik bûye, li cîhana sînemayê da bi çalaktirîn hunermend tê zanîn û xwediyê dehan fîlmên sînemayi ye. Heta niha sê car xelata “Golden Glop” wergirtiye û heman demî de hilgirê xelata Oscare.
Her wiha Angelina Jolie çendîn car serdana Başûrê Kurdistanê kiriye û li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê berê yê Hikûmeta Kurdistanê û çendîn berpirsên Kurd civiyaye û serdana wargehên Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye û alîkariyên cûr bi cûr pêşkêş kiriye.