Cîhan

Dr Lorînî: Li mala xwe bimîne jiyana hezar kesan rizgar bike

Prof Dr. Luca Lorinî ku doktoreke Îtaliye û serpereştiya nexweşên Corona dike li Îtalya û li nexweşxaneya Papa 23.Jean ya li bajarê Bergamo ya Îtalya kar dike, li hevpeyvînek de dide zanîn ku hindî xelk bikaribin li malên xwe bimînin jiyana hezar kesan rizgar dikin.

Her wiha Dr Lorinî dibêje eger Hikûmet di demên pêwîst de pengavên baş neavêjin, mixabin doktor jî dikevin rewşeke wiha ku bi kevçiyan ji deryayê avê bikêşin. Niha ya herî girîng eweye ku nêzîkbûna mirovan ji hevdû veqetînin û xwe ji bo hejmareke gelek zêdeyê nexweşan jî amade bikin.

Dr Lorinî şîretan dike û dibêje em dikarin dîmenên wan miriyan pîşanî we bidin ku hemû rojê em vediguhezîn ser goristanan. Ez tenê dikarim vê yekê bibêjim eger hûn li mala xwe bimînin, bi tekez hûn jiyana bi hezaran mirovan rizgar dikin. Eger Hikûmeta we jî vê yekê pêkneanîbe Hikûmetê neçar bikin ku qedexeya derve ragihîne û bi cîh bike. Me berî 15 rojan vê yekê kir lê eve du roje em encamên wê dibînin ku hejmar roj bi roj dadikeve.

Back to top button