Kultur

Zanîngeha Zaxo ji bo sîstema xwendina online amadeye

Di daxuyaniyekê da Cîgirê Serokê Zanîngeha Zaxo ragihand: Zanîngeha wan amadekariyeke temam ji bo online kirina waneyên Zanîngehê kirin û her wiha wan daxwaz jî kiriye rizamendî li ser online bê dayîn.

Dr Karwan Fehmî got: Beriya sê salan bi rêya sîstemekê wan email ji bo hemî xwendekaran dirust kiribûn bo ku rojekê wekî îro ku pêdiviya wan pê hebe. Lê belê eve saleke bi rêya sîstemekê baştir wan hemî xwendekar û mamostayên xwe xistine nava wê sîstemê da, lewra weku civata zanîngehê jî yekem kombun bi awayê online jî kiriye û em amadene wî sîstemê waneyên online çalak bikîn. Me amadehiya xwe jî ji bo Wezareta Xwendina Bilind û Vekolînên Zanistî ji bo bi cîhkirina vê sîstemî pêşkêş kiriye.

Her wiha got: Armanca serekî ji vê çendê ewe em nehêlîn xwendina îsal bi vala biçê, her çende em dizanîn jî bo waneyên praktîkî dê kêşe hebin lê belê me hizir di wê çendê jî da kiriye ku her dema dewam destpêbikin ku di wî demî da ew waneyên praktîkî bêne encam dan û di rêya online heta % 70 dê proseye xwendinê serkeftî be.

Back to top button