Nivîsar

Corona ji Kurdistana Mezin re derbasî cîhanê bû

Raste virusa Corona li hemû cîhanê belav bûye û eve ne taybete bi xelkê Kurd. Lê belê ji ber ku Kurd bê dewletin û bindestê çar welatên cûda cûda ne û gelek netewe xwedî biryara xwe ne, lê ew bicîhkarê biryarên serdestê xwe ne. Ji ber wê yekê jî rewş û halê me Kurda û neteweyên din gelek cûda ye. Her wiha Kurdistan wekî rêya Hevrîşima dîrokî ya berê, îro bûye rêya Coronayê ku ji Çîn û Îranê dihat Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê û ji wir jî diçû welatên din.

Eger temaşa rewşa Kurdistanê ya li dijî belavbûna virusa Corona bi giştî bikin, rewşa herî baş ya Başûrê Kurdistanê tê dîtin û ya herî xerab jî niha Rojhilatê Kurdistanê ye û lê dibe ku sibê du sibê Bakûrê Kurdistanê gelek xerabtir jî bibe.

Rêya Coronayê ji du beşên Kurdistanê re çû

Dema Corona li Çînê derket û belavbû, gelek welatan hatin û çûna welatiyên xwe ji bo Çînê qedexekirin. Bi tenê Îranê deriyê xwe (ji bo berjewendiyên xwe) ji bo Çînê vekirî hiştibû. Ew biyaniyên ku ji hemû welatên cûda cûda li nava Çînê de asê mabûn, bi tenê rêya Îranê re dikaribûn vegerin welatê xwe. Ewên rêya erdî û bejayî ji Îranê derdiketin, dihatin Rojhilatê Kurdistanê û ji wir bajarê Wan ya Bakûrê Kurdistanê û tirkiye, Stenbol û paşê her welatê ku dixwestin diçûn. Eve rêya hilgirên virusa Corona bû ku li dû beşên Kurdistanê re derbas dibû. Helbet virus wekî ku li Îranê belav bû heman demî de li du beşên Kurdistanê(Rojhilat û Bakûr) jî belav bû. Mixabin serdestê her du beşên Kurdistanê jî rastiya belavbûna virusa Corona vedişêrin. Eve jî metirsiyeke gelek mezine.

Rewşa Başûrê Kurdistanê

Başûrê Kurdistanê nîv azadiyek heye û xwedî biryara xwe ye. Dema virusa Corona li cîhanê belav bû Hikûmeta Kurdistanê û biryarderên wê civîneke berfireh li vî warî de saz kirin. ji bo rêgirîkirina Corona bûdçeyeke vekirî veqetandin û heman demê de dest bi hişyariyên xwe parastinê kirin. Rêyên xwe yên ji Çînê re dihatin Kurdistanê girtin û tixûb û sînorên xwe bi baştir û hişyartir parastin. Xelkê xwe di vî warî de hişyar kirin ku çawa bikarin xwe rûbirûyê wê bibin û xwe biparêzin.

Eve eşkereye Kurdistan helbet ziyaneke mezina aboriyê li ber dikeve. Lê cûdahiya navbera Kurdistan û welatên din jî li vir da eşkere dibe. Gelek welat aboriya xwe, ji jiyana xelkê, an ku bi gotina wan(mirina çend pîremêr û pîrejinan) girîngtir dîtin.

Her wiha desthilatdarên Kurdistanê bîr û ramana alîkarîkirin û yarmetîkirina di nava xelkê de belavkirin. Da ku xelk beranber Corona bi giştî yek dest û yek mil be û alîkarê hevdû bin. Ji ber wê yekê jî li ragihandinê de em dibînin, xwebexşî û yarmetîdana xelkê Kurdistanê, yên xwarin belavkirin û rûpoş, berû, mask û lepik û destkêş belavkirinê li cîheke dinê cîhanê de nayê dîtin. Encama wê ya li gor welatên din û bi vê nîv azadiya xwe ya federaliyê ve gelek serkeftiye. Niha li cîhanê de Başûrê Kurdistanê û Taywan bûne baştirîn mînak û nimûneya xweparastina ji virûsa Corona yê.

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê

Mixabin Rojhilat ji ber ku ne xwedî biryare û bin destê desthilatdarên Îranê ye. Her wiha ji ber ku Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya hilgirên virusa Corona bû û Corona zêdetir li Îranê jî belavbûye (niha) birîna herî kûr ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Dema virûs li Çînê belavbû, gelek welatan tixûb girtin û hatin û çûna welatiyên xwe ya ji bo Çînê rawestandin. Bi tenê Îran deriyên xwe ji Çînê re vekirî hişt û festiwalên Çînê li Îranê sazkirin. Ew xelkê cîhanê ku li Çînê asê mabûn hemû bi rêya Îranê re vegeriyan welatê xwe. Lê mixabin dû beşên Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê bûbû rêya wan tûşbûyên Corona. Wekî mînak du welatiyên Koriya Başûr ji Çînê hatin Îranê û ji Îranê çûn Rojhilatê Kurdistanê û ji wir jî çûn Wan û Bakûrê Kurdistanê û tirkiye û ji wir jî çûn Koriya Başûr. Bi hezaran kes bi vê rêyê derbasbûn ku zêdetirê wan hilgirê virusê bûn. Ev rêya çûn û hatina navdewletî ya demkî wiha kir ku li ser vê rêyê virus zêde zêde belav bibe. Desthilatdarên Îranê rastiyê vedişartin lê gihîşt wê astê ku êdî her tişt pêşçavan xûya bû. Rojhilat jî ji ber ku bindeste, heman demî de ser rêya wan tuşbûyên Corona bû, beşeke mezin li ber ket. Heta niha jî hejmara rast û dirûst nayê zanîn gelo ka çend Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane. Gelek kesên feqîr û hejar û kêmderamet ku karê rojane dikirin, li nava mala xwe de asê mane. Hinek ji ber nebûna xwarin û vexwarinê ji birçiyan jiyana xwe ji dest didin. Mixabin hîç beşeke dinê Kurdistanê jî nikare alîkariya wan bike, ji ber wê yekê jî birîna Rojhilat gelek kûr e.

Rewşa Bakûrê Kurdistanê

Bakûrê Kurdistanê jî ne xwedî biryara xwe ye û ew jî bindestê tirkiyê ye ku hema hema rewşa Bakûrê Kurdistanê jî wekî ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Helbet bi taybetî bajarê Wanê û hinek bajarokên ser sînorên Bakûrê Kurdistanê ziyaneke mezin dibînin.

Bajarê Wanê Rojên Reş dijî

Ji bilî jan û birînên bindestiyê, bajarê Wanê di warê aborî de û di warê jiyanî de ziyaneke mezin dibîne. Wan bajarek bû ku aboriya wê hema hema li ser geştiyarên Îranî bû. Nehatina wan ziyaneke mezina aboriyê li ser bajar peyda kiriye. Her wiha bêkarî, nedarî û hejarî gelek zêde bûye. Ji vilî wê hebûna virusa Corona li nava bajar de metirsiya jiyanê li ser bajar de girtiye. Desthilatdarên Bakûrê Kurdistanê jî, amarên rast û dirûst rêkarên dijî belavbûna virusa Corona li ber negirtine û virus bêyî agahiya xelkê her belav dibe. Her wiha ew kesên ji Wanê diçin bajarên dinên Bakûrê Kurdistanê jî, virusê bê agahî belav dikin. Virus ji Wanê ser bi Bakûrê Kurdistanê de her belav dibe. Pêwîste xelkê Wanê hişyar be û rêkarên ku Başûrê Kurdistanê li ber girtine divê wekî mînak û nimûne bê dîtin û demildest bêne bi cîhkirin. Her wiha helmetên alîkariya hejar û feqîran bêne destpêkirin. Ji ber ku gelek bêkar li nava bajar de dijîn û hejar hejartir bûne. Divê hêviya wan ji dewletê nemîne, ji ber ku dûr nîne dewletê bi awayeke zanistî vê yekê kiribe.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê ji ber ku ji rêya belavbûna Virusa Corona dûre, sînorên wê yên ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve heta radeyek bawerpêkiriye li bin kontroleke tenduristiyê deye. Metirsiya wê yekê heye ku eger hebe jî, ji aliyê Şamê ve virus hatibe Rojavayê Kurdistanê. Lê dîsa jî pêwîste xelkê Rojavayê Kurdistanê jî herî kêm berê xwe bide ragihandina Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê û ew rêkarên dijî belavbûna Virusa Corona ew jî li ber çav bigrin. Her wiha helmetên xweparastinê û hişyarkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê destpêbikin. Her wiha helmeta alîkarîkirina xelkê hejar di nava xwe de destpêbikin û pişt û penayê hevdû bin.

Encamê de dixwazim bidin zanîn ku belê virusa Corona ji Çînê û Îranê re hat û her du beşên Kurdistanê re derbas bû. Mixabin serdestên van her du beşan jî rastiyê vedişêrin û metirsiyeke mezin li ser van her du beşên Kurdistanê heye. Hêvîdarim xelkê me li hember vê virusa Corona hişyartir û gelek bi cîddîtir bin û amadekariyên pêwîst bikin.

Botan Kurdistanî

18.03.2020

Back to top button