Civak
Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê: Ji malên xwe dernekevin
Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê di peyamekê de hişyariyê didin xelkê Kurdistanê û dixwazin xelk rênimayiyên Hikûmeta Kurdistanê bi cîh bikin.
Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê di peyama xwe de dibêjin: Pizîşk li nexweşxane û norîngehan li xizmeta we dane, Pêşmergeyên aza û wêrek li eniya yekemê berevaniyê dane. Tikaye eger gelek pêwîst nebû serdana nexweşxane û norîngehan nekin. Ji malên xwe dernekevin. Eger neştergeriyek yan çareseriyek we ya gelek pêwîst tûnebe, dikarin paş bixin heta demeke din. Tendirustî û selametiya xwe, malbata xwe û dostên xwe li ber çav bigrin, rênimayiyên hikumeta Kurdistanê bi cîh bikin.
Her wiha Sendîkaya Pizîşkên Kurdistanê dawiya peyamê de hêviya wê yekê dixwazin ku Kurdistan parastî be.