Polîtîk
Jinên Kurdistanê herdem palpiştê Pêşmerge bûne
Serok Mesûd Barzanî li roja cîhaniya jinan peyamekî pîrozbahiyê belav kir.
Roja yekşem 08.03.2020 bi helkefta roja cîhaniya jinan, Serok Mesûd Barzanî peyamekî pîrozbahiyê li twitter belav kir ku evê xwarê jî naveroka wê peyamê ye.
“Bi helkefta roja cîhaniya jinan pîrozbahiyê li hemû jinên Kurdistan û cîhanê dikim. Jinên Kurdistanê herdem li şoreş û berxwedanê da palpiştê Pêşmerge bûne û roleke wan ya mezin li xebata azadîxwaziya gelê xwe da hebûye û qurbaniyê dane.”