Civak

PAK û PSKê li Diyarbekir Barzaniyê nemir bi bîranî

Bi Organîzasyona PAK û PSKyê Li Amedê Bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê Nemir Hate Lidar Xistin

Roja 07.03.2020an li Amedê bibîranîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir bi beşdarîyeke gelek berbiçav û girseyî hate li dar xistin.

PAK û PSK civînê organîze kiribûn, lê belê HAK-PARê jî piştgirîya vê bibîranînê kir, gelek rêvebir û endamên HAK-PARê, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, kesayetên ji potansîyela PDKyê, ji gelek tradîsyon û dor û berên Kurdistanî û sîyasetmedarên Kurd jî beşdarî bibîranînî bûn. Telewîzyonên Kurdî eleqeyeke baş nîşanî bibîranînê dan.

Civîn bi sirûda Ey Reqîbê jibo şehîdên Kurdistanê bi rêzgirtinê destpêbû.

Li ser navê organîzasyona bibîranînê endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanîfî Tûran axaftinek kir. Paşê  sînevîzyoneke ku ji 38 deqîeyan pêk hatî, di derbarê jîyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir de tê nîşandan.

Piştî sînevîzyonê navberek hate dayîn.

Di beşa duyem a bibîranînê de, ewil Lokîner Kerem Serhedî, paşê jî nivîskar, lêkolîner Seîd Veroj di derbarê jîyan û têkoşîna Mele Mistefa Barzanîyê nemir de axivin. Seydayê Mele Îmadî jî di derbarê Mele Mistefa Barzanîyê nemir de helbest xwend.

Di beşa sêyem a bibîranînê de beşdarên civînê di derbarê Mele Mistefa Barzanîyê nemir de  hest û bîr û rayên xwe anîn ziman.

Bibîranînê du seet û nîvan  berdewam kir.

Back to top button