Kultur

Corona bazara cilê Kurdî jî sar kir

Ji ber ragirtina cejna newroz û encamnedana aheng û şahiyan, beşek ji hemwelatiyên Kurdistanê, dev ji xwe amadekirina wê cejnê berdane û îsal cilubergê Kurdî kêmtir hatine firotin.

Piştî tomarkirina çend haletekî virusa Corona li Herêma Kurdistanê helkeft û boneyên neteweyî û olî ji bo kêmkirina qerebalixiyê hatin ragirtin û li vê çarçêweyê da jî helkeft û ahenga newroza îsal hate ragirtin. Eve jî wiha kir ku firoşyarên cilê Kurdî bê bazar bin.

Peyman Mihemed keçekî ciwanê xelkê Silêmaniye, îsal wekî salên derbasbûyî bi germî amadekariyê ji bo Newrozê nekir, ew jî ji ber wê yekê ku cejna newrozê ji ber Corona hatiye ragirtin. Ew dibêje hemû salek li meha şubatê ve diçûm bazara cilê Kurdî û min qumaşê taybetî dikirî û min dixwest zû cilên xwe bibim dirûtingehê ku xelkekî zêde ciluberg didûrin. Hinek bergdûr û dirûtingeh hebûn salên derbasbûyî digotin me cileke zêde heye û em nikarîn qumaşên zêdetir werbigrîn, lê îsal min qûmaş û ciluberg jî nekirî.

Peyman dibêje Îsal ne min cilê Kurdî kiriye û ne jî diçîm derve da ku ji virusa Corona parastî bim. Rênimayiyên Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Kurdistanê bi cîh dikim.

Back to top button