Hevpeyvîn

Cuma İçten: Divê Tirkiye piştgirî bide Kurdistana serbixwe

Parlamenterê AK Partiyê yê Diyarbekirê Cuma İçten, xwest Tirkiye li Iraqê piştgirî bide avakirina Kurdistana serbixwe û wiha got: “Li Iraqê avakirina Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê ne tehdîd e. Divê Tirkiye ji vê yekê aciz nebe. Li gorî min divê Tirkiye piştgirî bide vê yekê.”

Parlamenterê Partiya Dad û Geşedanê (AK Parti) yê Diyarbekirê Cuma İçten, derbarê “pêşîvekirina demokratîk”, perwerdehiya zikmakî û li Iraqê îhtîmala avakirina dewleta serbixwe ya Kurdistanê de, fikr û ramanên xwe ji AKnewsê re vegot. İçten, bersivên balkêş dan pirsên me.

Çima hewldana pêşîvekirina demokratîk a AK Partiyê bi ser neket?

Ez ne di wê baweriyê de me ku bi ser neket. Kesên ku rewşa me kurdan ji avakirina komarê ve şopandin, baş dizanin ku piştî desthilatdariya AK Partiyê ya 2002’an ji bo mafên kurdan gelek gav hatin avêtin. Bêyî ku navê pêşîvekirinê li vê yekê bê kirin, partiya me di çarçoveya maf û azadiyan de li meseleyê nihêrt. Ji dîroka komarê ve, ev herêma ku kurd lê dijîn bi Rewşa Awarte dihate birêvebirin. Li vê herêmê zordariya leşkeriyê hebû. Tu hikûmetan cesaret nekir Rewşa Awarte rakin. Lê AK Parti dema hate desthilatdariyê, pêşî Rewşa Awarte rakir.

Di Rewşa Awarte de çi hate serê we?

Navê gundê min Kavar e. Li Darahênê ya Çewlikê ye. Bi giştî 150 kîlometre ji vir dûr e. Ez di wê demê de dema diçûm gundê xwe, 20 caran di rê de rastê kontrol û lêgerîna leşkerî dihatim. Me tenê dikarî rêjeyeke diyarkirî ar (arvan) bi xwe re bibin gund. Wê demê di 7-8 saetan de encax digihiştim gund. Lê niha di saetekê de diçim gundê xwe. Gundê min di sala 1925’an de ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Heman gund di salên 1990’î de 5 caran ji aliyê leşkeran ve hate şewitandin. Bi rakirina Rewşa Awarte îşkence bi temamî rabû. Niha tu kes nikare dewlet ez girtim, ez avêtim girtîgehê, gû bi min da xwarin, ez davêjim ber kuçikan, min şilf û tazî dikin, ceyran didin min û pêkanînên li derveyî mirovahiyê li min dikin. Çimkî ev hemû tişt qediyan. Lê di dema Rewşa Awarte de li gelek kesî îşkence kirin.

Li we jî îşkence kirin?

Belê li min jî îşkence kirin. Di 2001’ê de li Stenbolê hatim binçavkirin. Îşkence li min kirin. Hê jî di laşê min de şopên îşkenceyê hene. Ez dam ceyranê. Naxwazim bikevim kîtekîtan lê tiştên li derveyî mirovahiyê anîn serê min. Du rojan di îşkenceyê de mam. Wê çaxê kê digirtin binçavan, tiştên li derveyî mirovahiyê dianîn serê wan.

Sedema binçavkirina we çi bû?

Bi qasî ku min fêm kir, tekane sedem kurdbûna min bû. Ez karsazekî kurd bûm. Helbet ev şîroveya min e. Lê hinceta wan cudatir bû. Lê piştî AK Parti hate desthilatdariyê, ev tişt ji holê rabûn.

Di demên dawî de bi hezaran kes di bin navê operasyona KCK’ê de hatin girtin. Hûn van girtinan çawa dinirxînin?

Dibe ku hin kes bibêjin me binçav dikin, digrin, di bin navê KCK’ê de me davêjin hundir. Baş e lê birayê min ez kurd im. Ez weke dikandarek, weke karsazek rastê êrîşa molotofan têm. Bi zorê dikana min digrin. Çekan didin destê zarokên min ên 15-16 salî û wan li hemberî artêşa duyemîn mezintir a cîhanê didin kuştin. Ez bi awayeke azad, li gorî daxwaza xwe nikarim biaxivim. Dema ku ev tişt çêbibin, mad ivê dewlet ewlekariya min negre?

Hûn kurdan weke gel dibînin?

Helbet.

Ger kurd gel bin, çi mafên wan heye?

Li vê erdnîgariyê mafê tirkan çiqas hebe, mafên kurdan jî ewqas heye.

Hûn van mafan dikarin bi awayeke berbiçav rêz bikin?

Her tişt. Ji derbirînê heta perwerdehiyê, ji mafên jiyanê heta mafên çandê, hemû tişt mafên wan e. Lê li vî welatî sîstemeke wisa hatibû avakirin ku li vî welatî kesekî ku niheqî û zordarî nedîtibe, nemabû. Niha em weke AK Parti van tiştan sererast dikin. Em hewl didin ku ji bo mirovan standardên mirovîn ên jiyanê bînin. Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû mafên kurdan bên dayîn. Lê dema ez van tiştan dixwazim, ez tundiyê bi kar naynim. Ez tundî û mirinê red dikim. Dayîna van mafan ne minetî ye. Lê divê ji bo vê yekê ez hinek kesan qanih bikim. Alîkarê serokwezîrê min Bülent Arınç di kursiyê meclisê de, van hemû tiştan got. Mêjiyê min êdî bûye kêlên goran. Min gelek hevalên xwe ji dest da. Hin ji wan di kuştinên kiryar nediyar de hatin kuştin.

We hevalên xwe di doza Hizbullahê de ji dest da?

Di PKK’ê de jî di Hizbullahê de jî. Niha di nava hevalên min de yên ku li çiyê ne hene. Hevalên min ên ku me bi hev re dixwend, bi hev re dilîst û di dibistana navîn de di heman sireyê de rûdiniştin, niha li çiyê ne. Hin nasên min niha li çiyê ne. Zarokên li çiyê zarokên me ne. Zarokên ku tevli PKK’ê bûne rih û canê min in. Nasên min in. Ev zarok kurman, pismam û kurxalên hin kesan in. Zarokên vê axê ne. Lê binêrin AK Partiyê Rewşa Awarte rakir. Lê rakirina Rewşa Awarte ne maf e. Maf mijarên weke perwerdehiya zikmakî ne. Ji bo guhertina navên gundan qanûnek derket.

Kengê derket?

cumaictenDerket. Êdî her gund dikarin bi navên xwe yên berê bên binavkirin. Divê hemû maf di bin mîsogeriya makezagonê de bin. Derbarê PKK’ê de naaxivim, PKK ne muxataba min e. Çimkî çek di destê wan de ne û ew merivên xwe dikujin. Ez nikarim vê qebûl bikim. Lê BDP muxataba min e. Helbet ez ê pê re rûnêm û biaixvim. Divê neyê jibîrkirin ku bi hezaran kuştinên kiryar nediyar, di dema AK Partiyê de hatin zelalkirin.

Di 28’ê adara 2006’an de li Diyarbekirê hin bûyer derketin û ev bûyer li bajarên din jî belav bûn. Di van bûyeran de zarok jî tê de 13 kes hatinm kuştin. Ma ev di dema AK Partiyê de çênebûn?

Derbarê hemûyan de lêpirsîn tên vekirin. Em bi ser her tiştên ku berbiçav in de çûne. Derbarê bûyerê de zêde agahiya min tune ye. Lê di dema AK Partiyê de tiştên wiha çênabin. Dewlet di vê demê de tu bûyerên kuştinê nepenî nahêle. Kes nikare berevajî vê yekê bibêje. TRT 6 îro 24 saetan weşan dike. Ji 17 hezar kuştinên kiryar nediyar kujerên 14 hezar û 500 heban di dema me de hatin dîtin. Ev agahiyên resmî ne. Lê molotof davêjin dikana min.

Ji sala 2009’an û vir de bi hezaran kes hatin girtin û ev girtin hê jî didomin. Ma ev ne pirsgirêk e? Kê biryara van girtinan dide?

Binêrin, bûyera Qilebanê pêk hat. Dewletê çima ewder bombebaran kir? Sedem çi ye? Ma milîtanên PKK’ê ji wir nakevin hundir? Ma PKK wê derê weke riya çûn û hatinê bi kar nayne? Ger ewlekarî hebe, çima ew gundî bûne cerdevan? Li Diyarbekirê ew erebeyên ku zarok didin ber keviran, erebeyê kê ne? Erebeyên kurdan in. Cihên ku molotof davêjinê yên kê ne? Yên kurdan in. Ez di AK Partiyê de siyaset dikim. Xelet an jî rast, siyaset dikim. Çima mafê jiyanê ji min re nas nakin?

Kê mafê jiyanê ji we re nas nake?

Ger rêveberên BDP’ê gefan li min bixwin û molotof bidin destê zarokan, hûn ê çi bikin? Hemû kesên li herêmê dijîn dizanin ku PKK li çiyê xwe weke rêxistineke ku ji bo mafên kurdan têdikoşe nîşan dide. Baskên wan ên siyasî û rêxistina wan a bajêran heye. Baskê wan ê siyasî BDP ye û rêxistina wan a bajêr jî KCK ye. Jixwe ew jî vê yekê înkar nakin. Jixwe ew dibêjin ew di nava vê rêxistinbûnê de ne.

Ma BDP di nava rêxistina KCK’ê de ye?

Ma tê de nîn e? Jixwe ew bi xwe dibêje. Hatip Dicle kî ye? Ma ne ew kes e ku di bûyerên KCK’ê de bombeyan dida avêtin, molotofan dida avêtin, ferman dida û digot bajêran wisa bikin ku kes nikaribe lê bijî? Hiqûq ji ber vê yekê heye. Hiqûqê ji ber vê yekê ew avêtiye hundir. Zarokên ku li kuçeyan kevir davêjin, ji avahiyên bajêr ên BDP’ê derdikevin. Em van dibînin. Ev zarok jî xizmên me ne, cînarên me ne. Em li heman axî dijîn. Ez bi çavên neyaran li wan nanêrim. Sê caran buroya min a hilbijartinê bombe kirin. Me got ew ê bombe bavêjin me, lê em ê gulan bidin wan.

Rexneyeke wiha heye; AK Parti tim dibêje “Em ê gavan bavêjin, filan bêvan tişt bikin” lê tu gavek navêje. Ev rexne heq e?

Ev nêrîneke alîgirî ye. Bila tu kes kesî nexapîne. Niha Osman Baydemir derdikeve ser panzêra polîsan û xwepêşandan çêdike. Siyasetmedarên niha ku xwe weke tekane nûnerên kurdan dibînin, beriya 2002’an jî hebûn. Di navbera jiyana wan a berê û ya niha de bi qasî çiyayan ferq heye. Em dixwazin bi hev re bijîn. Bajarê herî zêde kurd lê dijîn Stenbol e. Ji sedî 60’ê kurdan li bajarên rojava dijîn. Ji ber vê yekê ez veqetînê naparêzim.

Xweserî veqetîn e?

Belê, teqes veqetîn e. Te xweseriya kurdên vê derê anî, tu dê xweseriya kurdên li Stenbolê çawa pêk bînî? Tu behsa dewletê bikî, veqetînê bikî, federasyonê bikî, wê çaxê divê tu kurdên li wê derê jî bi koçberiya zorê bînî vê derê. Em piştgirî didin xurtkirina rêveberiyên herêmî. Piraniya tiştên ku em ê bikin Birêz Bülent Arınç got. Tenê ji bo perwerdehiya zikmakî divê dev û pozên tu kesî xwîn nebe. Bila ne kurd û ne jî tirk bên êşandin. Çimkî ez ji vê baweriyê têm. Ez Pêxemberê me referans digrim. Ez dizanim çi dibe bila bibe kuştina mirovekî sûc e.

Ku hûn weke ayet li mijarê binêrin, wê çaxê li gorî îslamiyetê înkarkirina zimanekî jî ne kufr e?

Wê çaxê bila herkes oldar be, em vê yekê nîqaş bikin. Ger mêjî Marksîst bin, gotin Marksîst bin, em axaftina hin kesan a bi referansa ayetan qebûl nakin. Ev ne jidilî ye. Ez dibêjim ne li dijî perwerdehiya zikmakî me. Ez kurd im. Kes nikare vê yekê asteng bike. Kes nikare vê yekê weke minet jî bide. Birêz Bülent Arınç ev tişt gotin. Lê ji bo çareserkirina van hemû tiştan, ez ê kesî nekujim. Ez ê ne bihêlim kurdek bê kuştin û ne jî bihêlim tirkek bê kuştin.

PKK  çi bike, dê pirsgirêk çareser bibe?

Divê PKK dev ji çekan berde. Rêveberên PKK’ê ne li gorî me ne. Rêveberên PKK’ê ne ji me ne. Weke neviyên Selahedînê Eyubî nafikirin. Rêveberên jor ên PKK’ê pêxemberê me referans nagrin. Lê tabana PKK’ê merivên me ne. Dibe ku ji min bawermendtir jî bin. Divê em van nedin kuştin. Van her roj li hemberî dewletê didin kuştin.

Kê van dide kuştin?

Yên ku îdia dikin ew mafên kurdan diparêzin. Ji 2002’an û vir de, tu hinceteke ku kes derkeve serê çiyê nemaye. Gundê min 5 caran ji aliyê leşkeran ve, dewletê ve hate şewitandin. Lê piştî 2002’an gundê min qet nehate şewitandin. Ji dema avakirina komarê heta 2002’an gelek sedemên ku mirov derkevin serê çiyê hebûn. Rast e.  Ez jî heman tiştî dibêjim. Çimkî hin kes hatine dest avêtine namûsa me, şerefa me, rûmeta me. Ji ber vê yekê hin kes li dijî vê pergala qirêj derketine. Ez ji vê yekê re tiştekî nabêjim. Lê îro tu hinceteke kuştinê nemaye. Yanî em rûnên biaxivin, tenê tiştekî ku em biaxivin dimîne. Ew jî perwerdehiya zikmakî ye. Hodrî meydan. Fermo, em ê çi biaxivin? Em ê guhertina navê gundan biaxivin. Ez zaza me. Ger perwerdehiya bi zazakî çêbibe, ez ê zarokê xwe bişînim wan dibistanan? Nizanim. Divê em vê nîqaş bikin. Ji bo perwerdehiya zikmakî naxwazim pozê tirkek an jî kurdek xwîn bibe. Hewce bike, ez ê zimanê xwe hîn nebim. Çimkî ji bo min jiyana mirovan ji zimanê zikmakî girîngtir e. Ev nêrîna min e. Lê ev nayê vê wateyê ku min dev ji zimanê xwe berdaye. Ez ê heta mirinê jî zimanê xwe biparêzim. Ev çanda min e, mîrateya min e, ez ê wê bidim jiyandin.

Hûn dizanin Iraq dikele û ev yek kurdan pir ji nêz de eleqedar dike. Dibe ku pêşveçûnên li Iraqê pêvajoya avakirina Kurdistaneke serbixwe jî bide destpêkirin. Tirkiye dê piştgirî bide pêvajoya serxwebûna Kurdistanê?

Ez weke welatiyekî tirkiyeyî diaxivim, divê Tirkiye piştgirî bide hemû maf û azadiyan û her tiştên ku ji aliyê înîsiyatîfên sivîl ve tên çêkirin. Li Iraqê avakirina Kurdistanek, ji bo Tirkiyeyê ne tehdîd e. Divê Tirkiye ji vê aciz nebe. Li gorî min divê Tirkiye piştgirî bide vê yekê.

Portre / Cuma İçten

Di sala 1974’an de li Diyarbekirê hate dinyayê. Bi eslê xwe ji Çewlikê ye. Cuma İçten, di 2007’an de Beşa İşletmeyê ya Zanîngeha DYA Newport İnternational qedand. Di sala 2009’an de, di beşa Bazirganiya Navneteweyî ya Derve ya Zanîngeha DYA Newport İnternational de, Lîsansa Bilind kir. İçten di hilbijartinên 2010’an de li Diyarbekirê weke parlamenterê AK Partiyê hate hilbijartin.

Maşallah Dekak / AKnews

Back to top button