Dixwaze dîrokekê bo nifşê nû dirust bike
Hişyarê mînhilgir şeş meh in kar bo dirustkirina mûzexaneyekê dike ku naxuyê li tu devereke cîhanê mûzexaneyeke weke wê hebe; ew jî mûzexaneya mayîn (mîn) û teqemeniyan e. Hişyar dibêje ku ew bi vî karî dixwaze dîrokekê bo nifşê nû dirust bike da ku bawer bikin ji ber wan çekên qirker çi belayek hat serê xelkê Kurdistanê.
2 milyon û 386 hezar mîn ji nav birine
Hişyar Elî (48) xelkê gundê Biyawêle li bakurê Helebçe ku gundê wan tenê 5 km ji bajar dûr e. Hişyar niha bûye navekî naskirî li piraniya navçeyên Başûrê Kurdistanê ji ber serkêşiya wî di hilgirtina mîn û teqemeniyan de. Ew dibêêje: “Di hundirê 26 salên karkirina min de di nav zeviyên mînan de li deverên cihê yên Kurdistanê, min 2 milyon û 386 hezar mînên cuda teqandine yan pûç kirine.” Her çiqasî hinek kes van hejmaran weke zêdegaviyê dibînin, lê Hişyar dibêje bi belge ji wan kesên ku baweriyê pê nakin, diselimîne. Ligel vê yekê jî hinek ji wan kesên ku di warê hilgirtina mînan de kar dikin, vê karê Hişyar şaş dibînin ku ji ber xwe ve vî karî dike, di baweriya wan de pesindana karê wî jî wisa dike kesên din jî xeletiya wî dubare bikin.
Jineke Japonî xanî jê re kirîye
Mala Hişyar li taxa mamosteyan e li Helebçe ku bi xwe dibêje rojnamevaneke Japonî jê re kirîye. Hişyar aleke Japonî li ser banê xwe neqişandiye, bi tîpên Japonî hinek tişt li ser dîwarê hewşê nivîsandine. Niha ew mal bi mîn û teqemeniyên cuda tije ye, ji gulleyên demançeyan heya weke bombên qirker tê de hene.
Nikarî wê hezkirina bêsînor a Hoşyar bo wan çekan paşguh bixî, cama otomobîla wî ku ew jî diyariya Japoniyan e jê re û pişta wê bi mîn û teqemiyên pûçkirî tije ye, wêneyê mînan lê daye û li hewşa wî nîşana seriyekî di sêgoşeyeke sor de daniye ku ew amajeyek bo tirsnakiya wê malê. Hejmara otomobîla wî hejmara wan mînan e ku li gundekî navçeya Zaxo kom kirine û ji dêvla Iraqê ser nivîsandiye (Kurdistan-Helebçe) ku berovajî hejmara tevahiya otomobîlên Iraqê ye. Bêguman ne yasayî ye jî.
Hişyar li wî cihê ku bi niyeta dirustkirina mûzexaneya xwe ya ecêb e ku li ser bajarê Helebçe yê kîmyabarankirî dinere, bo Rûdawê axivî: “Dixwazim dîrokekê dirust bikim, her çi mîn û teqemeniyên min ku li mal hene dixwazim deynim vê mûzexaneyê, her çekek li ser Kurdan hatibe tecrûbekirin datînim mûzexaneya xwe, lê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nahêle vê yekê bikim.”
Belgenameyekê nîşan dide ku razîbûna piraniya herî zêde ya dezgehên hikûmî li ser heye bona dirustkirina mûzexaneya xwe, lê di dawî de di roja 11.10.2011an de civata wezîran “na” da projeyê û qebûl nekir.
56 tonên TNT, milyonek mîn û teqemeniyên cuda cuda amade ne
Ger rê bidin mûzexaneya xwe dirust bike, her niha Hişyar dibêje 58 ton madeyên TNT amade ne ligel zêdeyî milyonek mînên cuda û teqeminyan; “her çekek li ser Kurdan hatibe tecrûbekirin li vê Iraqê mînakek min jê heye, dixim mûzexaneya xwe de. Bo dîrokê vî karî dikim dizanim çiqasî gîro bûne bi wan çekan ve piştrast im nifşên bê êdî baweriyê bi tiştekî nakin bi xwe nebînin.” Hişyar jidil dixwaze giringiya karê xwe ron bike.
Li Zaxo û Pênciwîn navê du gundan guherîn
Hşyar dema 15 salan mêvanê Japoniyan bû, niha bi wî welatî metelmayî ye û xwe deyndarê wan dibîne, çûyîna wî bo Japonya û mabûna wî li wir wê dema dirêj karekî wisa kir navê Hişyar li Kurdistanê zêdetir belav bibe, her çiqasî du gund li devera Pênciwîn û Zaxo navê xwe guherandine ser navê wî weke wefadariyekê bo paqijkirina gundên wan ji mînan.
Gundê Kurî Geple li başûrê Pênciwîn ku niha dergehekî nefermî yê sînorî ye ligel Îranê, ji ber ku Hişyar ew ji mirina mînan rizgar kirin, navê gundê xwe guherandin ser Hişyarî û ji bilî navê gund dergeh jî her bi Hişyarî tê binavkirin, li navçeya Zaxo jî rûniştiyên gundê Hîzabad navê xwe guherîn ser Hişyar Abad.
“Wê roja ku rûniştiyên Hişyarî hatine ba min bo alîkarîkirina wan, kurekî me yê piçûk miribû min nehişt ew bizanin neçûme ser goristanê û xizmên min term binax kirin û ez bi xwe ligel wan çûm, ew karê min tenê bona Xwedê û xaka Kurdistanê bû.”
7 gorên wî li Iraq, Îran û Japonyayê hene û hê jî zindî ye
Sala 1986an gava Hişyar dibe pêşmergeyê YNKê, şerê Iraq û Îranê gihiştibû gopîtka xwe, herdu dewletan xaka Kurdistanê ji aliyê başûr û rojhilat bi mînan pîs dikirin. Her wê demê yek ji pêşmergên serkêş bû û bi berdewamî li pêş bû. Piştî 3 salan, li çiyayê Bemo li devera Derbendîxan, mîn lingekî wî jê dikin. Piştî serhildanê lingê xwe yê din jî ji ber mînan ji dest dide.
Hişyar got: “Ji ber neştergerî û jêkirina beş bi beş a lingên min, niha 7 gorên min hene li du bajarên Îranê û Kurdistanê û Japonyayê. Lê hê jî her zindî me.”
Gendeliya bi mînan
Piştî sala 1993an Kurdistan bû buhişta saziyên biyanî ku li dû mînan digeriyan bo rakirina wan, xelkê Kurdistanê bêyî ku pîvanên navdewletî yên rakirina mînan bizanin gilî li wan saziyan dikirin ku sist in di karên xwe de. Carekê kovareke tinazpêker karîkatûrek resimandibû wateya wê ew bû du mîn gotûbêjan dikin, ji ber derketina otomobîla saziyeke hilgirtina mînan, mînek dixwaze bireve, ya din dibêje neçe rûhê min “MAG” e, ew sazî ye karekî berçav encam da di paqijkirina xaka Kurdistanê ji mîn û teqemeniyan de.
Par rêveberiya karûbarên mînan li Silêmaniyê, li dadgehê doz dijî Hişyar tomar kir bi tometa ku karên Hişyar serê wan gêj kiriye, vê dozê galegaleke mezin çêkir û li Helebçe xwenîşandaneke mezin dijî wê dozê hat sazkirin.
Hişyar dibêje li vî welatî gelek pere vala çûn bi mebesta hilgirtina mînan: “Saziyên vî warî gendeliyeke mezin dikirin. Di hundirê wan salên ku ez weke nepisporekî hesêb kiribûm, min 93 gir, 540 hezar donim ji mînan paqij kirin ku pir zêdetir e ji 2 milyon û 386 hezar mînan. Min 160 term û birîndar ji nava zeviyên mînan derxistine.”
Heya mirinê ligel mirinê
Hişyar naxuyê hê jî betilî be ji wî karê ku lingên xwe tê de ji dest dan û timî kareke xeletiyeke piçûk xeletiya dawî dibe, her weke li ser hemû mînekê hatiye nivîsandin. Ji Hişyar pirsiyar bikî heya kengî di vî karî de berdewam dibî, di cih de dibêje: “heya mirinê, du tişt dikarin min ji vî karê min dûrxin pîrî û bêhêzî yan mirin.” (Rûdaw)