Roj roja yekdengiya Kurd û Kurdayetiyê ye
Ji niha da tirk û Faris û Erebên dagîrkerên Kurdistanê ketine nava çendîn qeyranên derekî û navxweyî. tirkiye ketiye nava kemînekê û bi piştrastiyê ve Erdogan baca vê xeyal û rûniştina li ser textê xîlafeta Osmanî dide. Îran û hizr û raman berfirehbûnê û zîndî kirina Împratoriya Safewî ji aliyê mezhebek da û kêbirkêya li gel welatên zilhêz û cîhana Îslamiya Sunne û dorpêçên li ser û destpêka derbirîna nerazîbûn û xwepêşanên navxweyî berev paşarojeke reş û tarî ve diçe. Iraq û Suriye ku bi kêşeyên xwe yên navxweyî û hebûna dehan hêzên grubên çekdar û destwerdanên herêmî û navdeletiyan jî ji bilî van hemû girift û kêşeyan dinale. Hemû ew rûdanên navxweyî yên dagîrkerên Kurdistanê ji bilî wê yekê li berjewendiya Kurdê welat dagîrkirîne, balkişandineke zelale jî ji bo guhertinên bingehînên van welatan û navçeyê ye jî. Wekî derdikevê dagîrkerên Kurdistanê her yek û bi cûreyek ji cûreyan ketine nava çendîn qeyranên aloz.
Li vir da dipirsîn: Ew ketine nav qeyrana dagîrkerên Kurdistanê çi erk û berpirsiyariyek dixe ser milê partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê û take kesên Kurd?
Kêşeya Kurd li her çar beşên Kurdistanê Kurdbûn û înkarikirina wê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve û berdewamidana wan ya bi çewsandin û bişaftin û asîmîlekirina Kurdan û dagîrkirina welatê wan berdewame. Ji bo wê yekê mezintirîn erk û pîroztirîn erkê ser milê hemû partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê, li vê qonaxa hestiyar da, vegerana li ser Kurdbûnê dixwaze. Divê dûrî berjewendiya partî û ideolojiyan pênaseya Kurdbûnê bikîn. Li bin ronahiya wê pênaseya nû da Kurdayetiyê bêxîn pêşiya partî û hizbayetiyê. Bi wateyekî din erkekî neteweyî û exlaqiye ku hemû partî û aliyên siyasî vegerin li ser hizr û ramana Kurdbûn û Kurdayetiyê, Ji xwe eger wiha nekin wê demê dûbare berjewendiya kesî û hizbîbûn û hizbayetiyê li ser berjewendiya giştî û Kurdbûnê û Kurdayetiyê da zal dibin. Eger aliyên siyasî bi xwe nû nekin û yekdeng û Kurdbûn û Kurdayetiyê nekin, ji bilî perçebûn û hizbîbûn û hizbayetiyê, nikarin sûd ji vê lawazbûna dagîrkeran werbigrin û guhertinên çaverêkirî jî ku li berjewendiya Kurdin tiştek bi dest nakevê.
Bi vê yekê jî paşaroja Kurd dixine nava dojeha dagîrkerên tirk û faris û ereb û karesat û êş û janên berê dûbare û çendînbare dibin.
Sûre Mêrgeyî