Polîtîk
Hikûmeta Kurdistanê êrîşa Şirnexê mehkum kir
Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa balefirên şerî yên arteşa Tirkiyeyê bo ser gundiyên devera Şirnexê û kuştina hijmareke hevwelatiyên kurd yên sivîl û bêdesthilat mehkum dike û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re pêşkeşê diek:
– Ji egerê bimbebarana balefirên şerî yên arteşa Tikiyeyê hijmareke hevwelatiyên medenî yên kurd li sînorê wîlayeta Şirnexê hatin kuştin. Hikûmeta herêma Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember vê karesata xemgîn diyar dike û daxwaz dike ku, pirsgirêk û arîşe bi rêya aşitî, diyalog û lihevtêgihiştinê çareser bibin daku, êdî zêdetir xwîna hevwelatiyên medenî nerije û aşitî li herêmê bi cî bibe. Hikûmeta herêma Kurdistanê sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên vê karesata xemgîn dike.