Civak

Li tirkiye 5 milyon 200 hezar kes nikarin deynên xwe bidin

Aykut Erdogdu Cîgirê Serokê CHP daye zanîn ku li tirkiye 5 milyon û 200 hezar kes nikarin deynên xwe yên krediyan bidin ji bo vê mebestê jî divê rêxistineke nû ji bo van deyndaran bê kirin.

Li gor raporeke Yekîtiya Bankayên tirkiye sala derbasbûyî 2 milyon û 500 hezar kes deyndarê krediyên şexsî ne û 2 milyon 700 hezar kes jî nikarin deynên xwe yên karta krediyê bidin.

Cîgirê Serokê CHP Erdogdu dibêje kêşeya deynê can werdigre û bi awayeke lez û bez divê ev kêşe bê çareserkirin, eger neyê çareserkirin wê kêşeyên mezinên civakî rû bidin.

 

Back to top button