Cîhan

Îsraîl 2 milyar dolar daye Îranê da ku Iraqê birûxênê

Jack Straw Wezîrê berê yê Derveyê Britanya behsa hevbeşiyên Îsraîl û Îranê dike ku pêkve Iraqê birûxênin. Ji bo vê mebestê jî Îsraîl bihayê 2 milyar dolar çek daye Îranê.

Rojnameya Şarqul Ewsat daye zanîn ku Jack Straw Wezîrê berê yê Derveyê Britanya hevpeyvîneke televizyonê de eşkere kiriye ku Îsraîl û Îran li salên 1980 – 1988 an ya şerê Îran û Iraqê de di navbera wan de danustandina zanyariyên leşkerî hebûye û ji bo têkbirina Iraqê pêkve kar kirine.

Straw daye zanîn ku wê demê Îsraîl bihayê 2 milyar dolar çek da Îranê. Her wiha Tehranê jî wêneyên avahiya navekiya Osirak daye Tel Avîvê û Îsraîl jî wê avahiya navekî ya Iraqê bombebaran kiriye.

 

Back to top button