Polîtîk
HDP dixwaze Serokekî Ereb jî tam bike
Partiya Demokrasiya Gelan ya tirkiyê ku zêdetirê dengderên wê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ne îro kongreya çaremîn li dardixe.
Li gor zanyariyan tê pêşbînî kirin ku li vê kongreyê de şûna Sezaî Temelliyê tirk ku Hevserokê berê yê HDP bû, Mithat Sancarê Erebê Mêrdînê bibe Hevserokê HDP û pirsa Kurd li tirkiye û Bakûrê Kurdistanê çareser bike.
Kurdên Bakûrê Kurdistanê jî li ser torên civakî nerazîbûna xwe li hember vê yekê didin zanîn û dibêjin: Kesên deng dide HDP Kurdin, kesên dikevin girtîgehan û kesên şehîdan didin dîsa Kurdin, gelo Kurd nikarin serokatiya doza xwe bikin? HDP çima zulmê li Kurdên Bakûr dike xûyaye HDP dixwaze piştî serokek tirk, serokatiya erebek jî tam bike.